Seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen û Serokê Konseya Ewrûpayê Charles Michel, peymana li ser derketina Meliktiya Yekbûyî ya ji nava Yekîtiya Ewrûpayê îmze kir. Parlamena Ewrûpayê jî di dawiya mehê de divê nihêrîna xwe eşkere bike.
Ursula von der Leyen li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek weşand û got, “Tevî Charles Michel me peymana derketina Qraliyeta Yekbûyî îmze kirin û rê li ber pejirandina Parlamenta Ewropayê vekirin.”
Piştî ku Parlamena Ingilîz pejirand, pêncşema bihurî Melike Elîzabeth a 2’yê jî qanûna derketinê erê kir.
Tê payîn ku Parlamena Ewrûpayê jî di 29’ê Çile de Brexitê bipejirîne.
Piştî 31’ê Çile wê hevkariya 47 salan a Meliktiya Yekbûyî bi dawî bibe. Heta dawiya salê wê pêvajoya derbasbûnê biçe serî.
BRUKSEL