Balûken di encama hevdîtinan de diyar kir ku rayedarên Ewrûpî rewşa Tirkiye û Kurdistanê ji nêz ve dişopînin û peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriyê jî bilind dinirxînin. 


Ji nêz ve dişopînin

Di destpêkê de bi Komîserê Mafên Mirovan ê KE Nîls Mûîznîks re hevdîtin hat kirin û li ser zextên li Kurdistanê, desteserkirina şaredariyan, dûrxistina mamosteyan ji kar û komkujiyan agahî hat dayîn. Îdrîs Balûken bal kişand ser zextên giran ên ku hêzên dewleta Tirk li Kurdan dikin û sîstema zordariyê ya Erdogan ji 15’ê Tîrmehê û vir ve hewl dide bide rûniştandin vegotin. Heyeta HDP’ê her wiha qala hewldanên xwe yên ji bo ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê kir û bal kişand ser girîngiya rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Komîserê Mafên Mirovan ê KE yê Nîls Mûîznîeks bibîr xist ku ji bo lêkolînkirina qedexeya derketina derve ew çûye Tirkiye û Kurdistanê û diyar kir ku di dema pêş de ew ê careke din biçin Tirkiyeyê. Mûîznîeks ragihand ku bi vê serdanê re ew ê pêkanînên hikûmetê û binpêkirina mafên mirovan ên piştî hewldana cuntayê ya 15’ê Tîrmehê lêkolîn bikin. Mûîznîeks her wisa got, ew rewşa li Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.


Wê lêkolîn bikin

Heyeta HDP’ê piştre Kabîneya Sekreteriya Giştî ya KE yê ziyaret kir û li wir hevdîtinek pêk anîn. HDP’yî ji aliyê Dîrektorê Kabîneyê Bjorn Berge û serşêwirmenda reform û mafên mirovan Leyla Kayacik ve hatin pêşwazîkirin. Di hevdîtinê de rewşa li Kurdistanê hat ragihandin. Bjorn Berge da xuyakirin ku ji bo Biryarnameyên ji Hukmê Qanûnî were lêkolînkirin bê li feraseta Konseya Ewrûpayê tê yan na, wan heyetek wezîfedar kirine û ev yek wê di dema pêş de biçe Tirkiyeyê. Berge ragihand ku ew hewl didin qewimînên li Tirkiyeyê fêhm bikin û ji ber ku Tirkiye endamê Konseya Ewrûpayê ye, ji bo asayîbûna Tirkiyeyê bal kişand ser bikaranîna mekanîzmayên Konseya Ewrûpayê.


Destek dan gelê Kurd

Hevdîtineke din a heyetê ya pêr bi Seroka Koma Çep a Parlamenta Ewrûpayê Gabî Zîmmer û Seroka Koma Dostaniya Kurdan Marîe-Chrîstîne Vergîat re hat kirin.

Îdrîs Balûken li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan ên li Kurdistanê agahî da. Zîmmer û Vergîat jî dan xuyakirin ku ji her alî ve ew amade ne piştgiriyê bidin gelê Kurd. Parlamenterên Parlamenta Ewrûpayê gotin, ew ê hewldanên xwe yên li nav saziyên Yekîtiya Ewrûpayê zêde bikin.


Dosya dan parlamentoyê

Li aliyê din, heyetek ji Nûnerê HDP’ê yê li Konseya Ewrûpayê Fayîk Yagizay û ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ji bo Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Martîn Schûlz dosya pêşkêş kirin. Di wan dosyayan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pirsgirêkên Kurdên Êzîdî yên li Şengalê û desteserkirina şaredariyên Kurdan hatin vegotin. Ji rêveberên Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê Fîkret Îgrek, Peşîmam Ekrem Denîz, Bozo Bacinî, Beşîr Êzidî û Bedîrhan Kahraman, di 23’ê Tebaxê de ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û naskirina statûya Şengalê ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Piştî ku bi rêya Mehmet Ocalan agahî ji Abdullah Ocalan hat girtin, çalakî di 12’ê Îlonê de hatibû qedandin.


Peyama Ocalan girîng dibînin

Balûken da xuyakirin, ku di hevdîtinên wan ên bi rayedarên KE û PE re, tecrîda li ser Ocalan hatiye nirxandin û diyar kir ku rayedarên Ewrûpî peyama Ocalan girîng dibînin û li benda bersiva hikûmetê ne. Cîgirê Serokê Koma HDP’ê û Endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Balûken li Konseya Ewrûpayê û Parlamenta Ewrûpayê hin hevdîtin kirin. Balûken der barê van hevdîtinan de agahî da û diyar kir ku di hevdîtinan de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye rojevê. Balûken da xuyakirin, ku wan ji rayedarên KE û PE re gotine, divê AKP a bi awayê antî demokratîk tevdigere were teşhîrkirin û zext lê bê kirin. Balûken her wiha diyar kir ku wan ji rayedaran şandina heyetan a Tirkiyeyê xwestine. Îdrîs Balûken da zanîn ku vegera li ‘pêvajoya çareseriyê’ dikare bibe gaveke erênî û anî ziman ku rayedarên KE û PE jî hevdîtina dawî ya malbatê bi Ocalan re girîng dibînin. Balûken da xuyakirin ku rayedar meraq dikin bê hikûmet bersiveke çawa bide nêzîkatiya ‘projeyên me yên çareseriyê amade ne‘ ya Ocalan û got, “Me ji wan re ragihand ku roja ev mesaj hat dayîn, şaredariyên me hatin desteserkirin û nîşaneya êrîşên nû li dijî wekîlan hatin dayîn.”


Hevdîtina malbatê têrê nake

Parlamenterê HDP’ê Balûken diyar kir ku hevdîtina bi malbatê re têrê nake û wiha dewam kir: “Di hevdîtinan de me xwest tecrîd were rakirin û mercên muzakereyê bên afirandin. Hewl tê dayîn, rewşeke welê bê afirandin ku mîna hevdîtina bi malbatê re hemû pirsgirêk çareser kiriye, nîşan bidin. Ev nêzîkatiyeke gelekî şaş e. AKP hewl dide raya giştî ya navneteweyî jî bixapîne. Hevdîtina bi malbatê re, ji bo agahîgirtina ji ewlekarî û tenduristiya Birêz Ocalan gelekî girîng e, lê belê me ji rayedaran re got ku hevdîtinên hiqûqî û rûtîn ên malbatê hê jî tên astengkirin, destûra çûyîna parêzeran û heyeta siyasî nayê dayîn û tecrîd dewam dike.”

Parlamenterê HDP’ê Îdrîs Balûken her wiha da zanîn ku Ewrûpiyan ragihandine ku ew zext û zordariya li Tirkiyeyê dişopînin û wiha got, “Haya wan ji pêkanînên antî demokratîk ên li Tirkiyeyê heye. Di babeta serdegirtina rojnameya Ozgur Gundemê de, dan xuyakirin ku ew bêhiqûqiya li ser çapemeniya Kurd û çapemeniya azad dişopînin û destnîşan kirin ku ev yek ji bo demokrasiya welatekî ne ya qebûlkirinê ye.” 



 ANF/STRASBOÛRG