Prof. Kadrî Yildirim yê ku dê di demeke Kurd de pirtûka wî ya li ser Kurdên Sûriye û dîroka Rojava dê bê weşandin û her wiha pirûkeke bi Kurdî-Tirkî ya bi navê ‘Êm Kobanê Nas Bikin’ amade dike, li ser dîroka navê Kobanê, sedema ku ji Kobanê re  Eyn El-ereb tê gotin û der barê erdnîgariya Kobanê de axivî.
Kadrî Yildirim diyar kir ku Kobanê navê xwe di 1912’an de  ji aliyê Almanan ve ku li wir xeta trenê ya lezgîn înşa dikirin û tê wateya şîrketa Kompanie/Company digire û got, “Almanan kevirên reş ên ji bo xeta trenê jî ji gundê Helînç a nêzî girê Miştenûrê aniye.”

Rejîma Baas nav guhert
Kadrî Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Navê Kobanê wek  Eyn El-ereb (Kaniya Ereban) tê guhertin. Di çavkaniyên der barê  Eyn El-ereb de ev agahî cih digirin: Li nêzî Kobanê du kanî hene û navê yekê bi Kurdî ‘Kaniya Murşîd’ e. Ev di qeydê Osmaniyan de wek Murşîtpinar derbas dibe. Navê Kaniya din jî Kaniya Erebane. Navê vê kaniyê; erebên ku ji çola Raqayê diçûn Bakur dema diçûn ser kaniyê û hewcedariyên xwe pêk dianîn demekê li ser vê kaniyê diman. Ji ber ku ereb li ser vê kaniyê bêhna xwe vedidan navê wê Kaniya Ereban hatiye danîn. Rejîmê piştre di dema Hafiz Esad de ev navê di Kurd de li Erebî wergerandin û ‘ Eyn El-ereb’ li Kobanê danîn. Ji ber vê jî  hewl hatiye dayîn ku tiştekî wisa biafirînin ku nifûsa Kobanê jî Ereban pêk tê.”

‘Ne kanî hebûn ne ereb’
Prof. Kadrî Yildirim diyari ku Peter Lerx herêma Kobanê wek ‘herêm Kurd a Saf’ bi nav dike. Yildirim wiha pê de çû: “Ji berê de Ereban qebûl dikir ku Kobanê cihê Kurdane. Encama ji vir derdikeve eve: Kaniya ku ji bo Kurdan wek ‘Kaniya Murşîd’ dihat bikaranîn, ji aliyê Osmaniyan ve bo Kobanê dihat bikaranîn û dîsa Kurdanji bo kaniyâ din jî  digotin ‘Kaniya Ereban’. Lê Sûriyeyê bi navê ‘ Eyn El-ereb’ bo Kobanê bikaraniye. Helbestkarê Sûriyeyê yê diçû Kobanê Dr. Muhammed Magut dema ku dibîne ev kanî ziwa bûye û li wir ereban nabîne vê gotinê bikartîne: “Zehebtu ila Aynu’l-Arab fe lem ecid la aynen ve la Ereben” (Ez çûm Aynu’l-Erabê lê min li wir ne kanî dît û ne jî ereb.)

Kurd û Ermeniyan ava kir

Yildirim balkişand ser avabûna Kobanê û wiha berdewam kir: “Kobanê di 1982’an de ji aliyê hinek malbatên Kurd û Ermenî ve  bi du sê mal û du sê aşan re hatiye destpêkirin. Ermeniyan li ser bûyerên1915’an koç kirine û Osmaniyan jî di vê navberê de navê Murşîtpinarê danîne vir. Di 1911’an de Rêya Hesinî ya Bexda-Berlînê di vir de derbas dibe û piştî vê Kurd berê xwe didin vir. Kobanê herêma herî biçûk a Kurdan ya Sûriyeyê ye. Wek pêvekek deşta Pirsûsê tê hesibadnin. Di alî îradî de girêdayê Rihayê bû û di 1921’ê de piştî Tirkiyeyê sînorê Sûriyeyê diyar kir Kobanê bi Halebê ve hat girêdan û 30 km li rojavayê Çemê Firat cih digire, 150 km li rojhilatê bakurê Halebêye.Kobanê ji navend, Şêxler, Sirrîn û Celebe pêk tê.”

Nifûsa îro tevî Kurd e

Prof. Kadri Yildirim têkildarî ernîgariya Kobanê de jî ev agahî dan: “350 gundên Kobanê heye û pîvana wê 2730 kîlometre kareye. Nifûsa wê 400.000’ e. Nifûsa wê îro hema hemû ji Kurdan pêk tê û di damezrandina wê de Ermenî jî hebûn. Di bûyerê 1915’an de ermenî reviyan û bi taybet di salên 1960’î de koçî Halep,Ewropa, Ermenîstan û Amerîkayê kirin. Li bajar sê Dêrên Emenî hene. Niha li bajar kêm Ereb û Tirkmen jî hene. Ev Kurdî baş dizanin. Kobanêya ku di pêvajoya Mandaya Fransî de xwedî cihekî stratejîk bû, ji aliyê Fransiyan ve girîng hatine dîtin.Fransiyan li bajar gelek avahî çêkirine. Lê gelek berhemên dîrokî di vê demê de derxistine derveyê Sûriyeyê.”

‘Pêngavên dîrokî ez xistim lêgerînê’

Prof. Kadrî Yildirim di dawiya axaftina xwe de got: “Piştî şerê li Sûriyeyê di Adara 2011’an de destpê kir şûnde Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ket destê Kurdan û Koban li vir Kantona Kobanê, Cizîr û Efrînê av akirin. Hemû cîhanê bala xwe da Sûriye û Rojava. Piştî êrîşên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê û  berxwedana bêhempa ya YPG û YPJ’ê ya li dijî DAIŞ’ê di rojeva cîhanê de cihê xwe girt. Ji ber va pengavên dîrokî ez ketim lêgerîna dîroka Kurdên Sûriyeyê ya hezar salî û di meha çile de ezê pirtûka bi ser navê ‘Dîroka Kurdî ya Giştî û Çand’ ezê biweşînim. Her wiha ez pirtûkeke din ya bi navê em ‘Kobanê nas bikin’ jî dê biweşînim.


SEDAT SÛR/ANF/MÊRDÎN