Warê dîrokî û çandî yê 12 hezar salî, Heskîf ha îro ha sibe wê ji ber gewimîna avê li bendava Ilisuyê (nêzî Germavê) bixeniqe. Di vê navê de talankirin û wêrankirina wê jî dewam dike. Niha jî dewleta Tirk Eywana berhema dîrokî ya Zeviya Îmam Abdullah ji cihê wê rakir û veguhest.

Warê ku giraniya wê 265 ton e, bi Maşîna SPTM ya 48 tekeran ji cihê wê rakirin û birin meydana arkeoparkê ku dûrî peywenda xwe ya cografî, dîrokî û civakî ye.

Li aliyê din amadekariya veguhestina Kelha Heskifê ya Serdema Roma jî tîn kirin.

Piştî Tirbeya Zeynelbeg û Hemama Kevin, Tekeya Îmam Abdullah jî hatibû veguhestin. Kar û barên veguhestina Mizgefta Siltan Silêman û El-Rizq jî didomin.  Li Çiyayê Ramanê her roj dînamît tên teqandin û bi zinarên tên jêkirin, paralelî Çemê Dîcleyê bendek tê çêkirin û dîwarên vê bendê êdî digihîjin dîwarên kelhê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di dema veguhestina Tirbeya Zeynel Begê de tirbe texrîb bûbû. Minareya Mizgefta El-Rizqê jî bi heman awayî wê bê veguhestin.

 

ÊLIH