
Peykersaza Kurd Asos Caf ku ew jî tevlî pêvoja çêkirina peykerê Arîn Mîrkan bûye, li ser hunera peykersaziyê ji bo jinan axivî û got: “Berovajî nêrînê ku karek giran e û jin nikare bike, min her tim bi hewldanên xwe xwest vî karî bi awayekî serkeftî pêk bînim.” Peykarê Arîn Mîrkan ji alî peykarsaz Asos Caf û Zîrek Mîra ve tê çêkirin, peyker li ber xelasbûnê ye û wê 5´ê Adarê li Kobanê bê danîn.
Asos Caf derbarê peykersazî û nexasim projeya çêkirina peykerê Arîn Mîrkan de ji RojNews´ê re axivî. Asos Caf pêşî behsa destpêkirina xwe ya karê peykersaziyê kir û got: “Min ji zarokatiya xwe ve ji mûzîk, şano û hwd. gelekî hez kir. Lê min dixwest di warek taybet de xwe pêş bixim û bibim pispor. Peykersazî karek taybet e ji bo jinan. Berovajî nêrîna ku dibêjin karek giran e û jin nikarin bikin. Lê belê min bi hewldanên xwe vî karî bi serkeftî meşand.”
‘Ruhê min sivik dibe’
Hunermend Asos behsa yekemîn berhema xwe û bandorên ku li ser kiriye dike û wiha pê de diçe: “Yekem car ku min li navenda ciwanan kar dikir, min peykerê dayikekê çêkir. Ji wê demê ve min bawer kir ku dikarim vî karî berdewam bikim, min xwe tê de dît. Têkîliya di navbera peykersaz û berhema ku çêdikî de gelekî kûr e. Ji ber ku hemû beden yan jî tişta ku tu çêdikî hîs dikî û destê xwe lê digerînî. Ji bo wê jî gelek caran bi çêkirina peykerekî ruhê min asûde û rihet dibe. Bandorek wê li ser jiyana min gelekî zêde ye.”
Astengiyên li pêşiya jinan
Caf her wiha bal dikşîne ser astengiyên ji bo jinên peykersaz jî û wiha berdewam dike: “Li Başûrê Kurdistanê jinên peykersaz kêm in. Astengiyên di warê malbat û civakê de li ser jinan heye. Ew nêrîn heye ku jin nikare vî karî bike. Gelek astengî li pêşiya min jî hebûn û hene. Karek wisa ye ku divê tu bixwe hemû pêvajoyên wê bixwe bikî. Divê pir ked bidî. Lê ger kesek bixwaze bê ku astengiyan nas bike, dikare bike.”
Karê min zêdetir çêkirina peykerê jinan e’
Di bersiva pirsa ku herî zêde tu çi peykerî çêdikî jî Hunermend Asos diyar kir: “Hunermend bixwe xwediyê wê İlhamê ye ku li ser çi bingehî peykerê xwe çêbike. Girînge ji bo min ewe ku bi her peykerekî çi peyamekî bidim. Zêdetir karê min çêkirina peykerê jinan e. Ji ber ku ez bawer dikim ku jin dikare gelek tiştan bike, di warê têkoşînê de dikare serkeftî be.
Peykerê jin û berxwedaniyê
Peykera min ya ku herî zêde jî bal kişand, peykerê ku aliyek wê jin û aliyek jî mêr bû. Armanca min ji çêkirinê nîşandayîna wekheviya di navbera jin û mêr de bû. Min xwest nîşan bidim ku jin jî tu kêmahiyek wê ji mêran nîne.”
Derbarê çêkirina peykerê Arîn Mîrkan de jî Asos Caf da zanîn ku sal û nîvek berê hevalê min Zîrek Mîra ji min re got ku projeyek wî ya bi vî rengî heye, ez pir kêfxweş bûm ku bikarim karek wisa bikim û wiha pê de çû: “Di serî de ji ber ku peykerê jinek şoreşger ji bo min pir girîng bû. Me karek pir baş kir. Li gel hemû pirsgirêkan, dîsa me peyker çêkir. Ji seat 6 sibê heta 8 êvarê me kar dikir. Jinên şoreşger layîqî tiştên ji vê mezintirîn in bêguman. Ji bo min cihê şanaziyê bû ku peykerê jinek şoreşger û qehreman çêdikim. Wek sembola berxwedaniya hemû jinan, ev peyker me çêdikir.”
Asos Caf kî ye?
Hunermend Asos Caf beşa hunera Peykersaziyê li zanîngehê bi dawî kiriye. Di sala 2007’an de bi berhemên biçûk dest bi vî karî kiriye. Nêzî salek û nîv e ew û hunermend Zîrek Mîra bi hevre karê çêkirina peykera Arîn Mîrkan dikin. Peyker niha xilas bûye û wê di roja 5’ê Adarê li Kobanê were danîn.