Dayîka Mehmet û Orhan Tûnç, Esmer Tûnç ku salek berê zarokên wê li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, ev saleke bi hesreta zarokên dijî. Dayika Tunç dibêje: ”Ez bi qêrîn, lorînan û bi hewara wan çûm lê hêzên dewletê destûr nedan ez bedenê zarokên xwe ya dişewite vemirînim.” Hevjîna Orhan Tûnç, Guler Tûnç jî diyar dike ku herdu bira di xewnên wan û bi roj jî di xeyalên wan de ne. 
Salek berê li bajarê berxwedanê Cizîra Botan bi dehan welatî di 3 jêrzemînan de hatin şewitandin. Di qedexeya 14’ê Kanûna 2015’an hatî îlankirin de kesên ku li hember êrîşên dewletê li ber xwe dan di berdewama qedexeyê de xwe spartin 3 jêrzemînên avahiyan. Di jêrzemîna duyemîn de li gel Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Asya Yuksel 61 kes hatin şewitandin. 



Yek şewitandin yên din înfaz kirin


Piştî şewitandina jêrzemîna yekemîn hêzên dewletê berê xwe dan jêrzemîna ku Mehmet Tûnç, Asya Yuksel û 60 kes din têde ne. Dema Orhan Tûnç pê dihese ku birayê wî Mehmet Tûnç di jêrzemînê de hatiye şewitandin bi hewara wan diçe û ew jî ji aliyê hêzên dewletê ve tê înfazkirin. 



Em serbilind in


Malbata Mehmet û Orhan Tûnç di salvegera wehşeta bi serê zarokên wan hatî ew bi hesret bibîr anîn. Malbatê da zanîn ku ew bi navê wan serbilind in û ew tu caran qehremaniya ku wan di bajarê berxwedanê de kirî ji bîr nakin.



Dengê wî li her derî bû


Dayîka Mehmet û Orhan Tunç, Esmer Tunç herdu kurên xwe bi hêstirên çawan bi bîr tîne û dibêje: “Saleke bêyî wan li mal dijîm. Mehmet Tunç di zarokatiya xwe de, zarokekî jîr û zane bû. Tu caran li hemberî zilma dewleta tirk serî netewand. Gelek caran digot: “Ez dixwazim bi mirinek şeref bimirim.” Ji ber vê yekê jî her tim bi gelê Cizîrê re bû. Mehmetê min li her qadê xebatên rêxistinê dimeşandin û li her kolanek Cizîrê dengê Mehmetê min bilindi dibû. Mehmet û Orhan herdu bira ne, mil dan mila ne, heya dawiyê berxwedan e, Cizîra botan kirin kelha Egîdan e. Ez saleke bi hesreta kurên xwe Mehmet û Orhan dijîm.”


Êzê her bi Bêkes re bijîm


Hevjîna Orhan Tunç, Guler Tunç diyar kir ku salek derbas bûye lê ew hêj jî bawer nake ku hevserê wê qetilbûye û dibêje: “Dema Orhan birîndar, Bêkesê min di zikê min de bû. Bi telefonê banî min kir û got, ‘Ez birîndar im, ger ez neyêm navê zarokê min bike Bêkes. Me dizanî ku Orhan birîndar e. Min banî Rêxistina Efûyê (RE) kir. Wan got em ê vê rewşê bişopînin lê tu bersiv ji wan nehat. Polîsan got ambûlans çûye dê bînin nexweşxaneyê. Kurê min nû hatibû dinê. Ez bi wî halê xwe çûm nexweşxaneyê. Lê tu cenaze nehatibûn nexweşxaneyê. Orhan dema birîndar ji aliyê hêzên taybet ve hat înfazkirin. 3 mehan Orhan û Mehmet di taxan de li ber xwe dan. Piştî 15 rojan ji me re agahî hat ku cenazeyê Orhan li deriyê Xabûrê ye. Em çûn lê me teşhîs nekir. Ji wî tenê Bêkesê min ma, ew emanetê wî ye û ezê her pê re bijîm“ 


 ŞIRNEX