BERHEM LETÎF / ROJNEWS/SILÊMANÎ
Dayîka endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê şehîd Diyar Xerîb, Seade Nasir behsa kesayetî û taybetmendiya kurê xwe kir. Seade Nasir wilo qala zarokatiya şehîd Diyar Xerîb dike; “Gelek taybetmendiyên wî yên baş hebûn, ez nizanim çawan behs bikim. Mirovek hêmin û bêdeng bû. Di dibistanê de gelek zîrek bû û her sal dereca yekem werdigirt. Zarokê malbatê yê bi aqil û zama bû. Têkiliyê wî bi derdorê re gelek firebû, bi taybet gelek ji bira û xwişkên xwe hez dikir. Mirovek ne tema bû û jîr bû. Paqij bû, dema dibistana seretayî dixwend, kêmek pere dîtibû. Pereyê dîtî anî da min û got, bibe bide xwediyê wî.”
Dilê wî tijî heskirin û jiyan bû
Dayîka Xerîb di dawama axaftina xwe de behsa dema destpêkê ya şoreşgertiya Xerîb kir û got; “Dema ku dibistan diketin betlaneyê, hertim havînan diçû gund. Gelek ji gund hez dikir û li mala bapîrê xwe dima. Zêdetirî xwe bi birayê xwe şehîd Dilêr re diçûn gund. Wê demê Mame Rîşe yê pêşmerge li gundê me bû. Diyar bi Dilêr re diçûn li gel Mame Rîşe û pêşmergeyan. Diyar Xerîb di sala 1996’an de tevlî nava refên Partiya Karkerên Kurdistanê bû. Beriya ku tevlî nava refên PKK’ê bibe, li gundê xwe yê dikeve ser bajarokê Sêwsênan a navçeya Qeredax nêzî mehek ma. Rojekê hat mal û ji min re got, ez ê biçim Hewlêr, tu piştre ji bavê min re bêje. Min jî jê re got tu yê ji bo çi biçî? Got karê min heye, lê tu ji bavê min re bêje. Piştî wê 3 mehan me zanî ku tevlî nava refên gerîlayan bûye. Diyar Xerîb ji bo perwerdeyê çûbû li gel Rêber Ocalan Şamê. Wê demê min nedixwest biçe, lê ew bi israr bû ku biçe. Çû û piştî wê 13 mehan vegeriya Silêmaniyê.”
Seade jî şehîd bûbû
Ji bilî Diyar Xerîb, kurekî din yê Seade ê bi navê Dilêr di raperîna sala 1991’an de li Kerkûkê şehîd bûye. Dayîka Xerîb dibêje:”Ji ber ku Diyar Xerîb serê min di nava hemû Kurdistan û welat de bilind kiriye, ez bi şehadeta kurê xwe serbilindim. Em ê ti carî dev ji rêya wî ya têkoşînê bernedin.”