MEHMET ŞAH ORUÇ / MA/AMED
Pîlewer/ Qilêkerê li Navçeya Gêlê ya Amedê dijî û karê qilê dike Şukru Çoktan, diyar kir ku êdî kes naxwaze fêrî vî pîşeyî bibe û wiha got: “Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire.”
Hosteyê sefarê yê 65 salî Şukru Çoktan, diyar kir ku niha li navçeyê tenê ew vî karî dike û ev pîşe êdî dimire. Çotkan anî ziman ku di sala 1964’an de dibistana seretayî xelas kiriye û wiha got: “Piştî min dibistana seretayî xelas kir ez li cem birayê xwe fêrî karê qilê bûm. 55 salin vî karî dikim. Ez demek dirêj e teqawît bûme. Lê ji bo ev pîşe tune nebe ez vî karî dewam dikim. Êdî kes eleqeyê nîşanî vî pîşeyî nade. Ji ber ku êdî nan di vî karî de tune ye. Ger ku ez bimirim ev pîşe jî wê bi min re bimire.
Em tenê di payizê de kar dikin. Dema rez tên berdan û dims tê çêkirin em kar dikin. Salê 15 rojan em kar dikin. Wekî din em betal in. Ger ku hûn amûrên xwe qilê nekin xwarinê jehrî dike. Divê salê du caran amûrên xwe qilê bikin. Lê îro li şûna sifir amûrên aluminyum, teflon û çelîk derketiye. Êdî kes wekî berî firaq û amûrên sifir emel nake.