Nivîskarê Kurd ê ji Anatoliya Navîn Nûman Semsûrî ku ji bo zarokan pirtûkan dinivisîne û niha li Swedê dijî, qelsbûna têkiliya xwe û zimanê dayikê ya berê, wekî "baskşikestîbûnê" bi nav dike û dibêje: "Min xwe berpirsiyar dît û ez ketim nava helwdanake ji bo Kurdî û dest bi lêkolînan kir."

Nivîskarê ciwan Nûman Semsûrî di 15 saliya xwe de jî koçberî Swedê dibe û li wir di warê perwerde û lêkolîna Kurdî de xwe bi pêş dixe û sê pirtûkan çap dike. Pirtûkên çapkirî ev in: "Ajal bi Kurdî, Mêwe bi Kurdî, Hêşînahî bi Kurdî" Her sê jî ji weşanên Înstîtuya Kurdî li Stockholmê derçûye. 


'Min nedikarî bifirîm'

Nûman Semsûrî têkiliya xwe û zimanê Kurdî dişibîne çûkekî baskşikestî û wiha dipeyive: "Qederê salan e ku min nekarî bifirim. Lê min di demeke kin de keşf kir ku ez dikarim bifirim, ji ber ku ew tişt di xwezaya min de heye. Min baskê xwe vekirin û piştî çend gavan ez sê çar santiman ji erdê bilind bûm."

Semsûrî sedema baskşikestîbûna xwe jî wiha rave dike: "Ji ber ku em ji bajarên Tirkan yên mezin dûr bûn, me xwe û çanda xwe ya Kurdistanî parast. Di hûndirê vê demê de derfetên perwerdeya zîmanê dayikê jî qet nehatin dayîn ji aliyê dewleta Tirk ve. Berovajî dewleta Tirk zimanê xwe bi zorê li ser me ferz kir û hişt ku zîmanê dayikê lawaz bimîne."


Dibistan û trawma

Li Tirkiyê dibistan ji bo zarokên Kurdan têgeheke trawmatîk e ji ber ku dibistanê li ser înkarkirina Kurdbûnê tê sazkirin. Li ser vê yekê jî Semsûrî wiha qala serpêhatiya xwe ji me re dike: "Dema ez çûm dibistanên Tirkan min ew zilma li ser zarokan eşkere dît û ez bi xwe jî bûm qurbanê wê zilma li ser zarokan. Qet ji bîr nakim, rojekê mamosteyê me tiştek bi Tirkî ji min pirsî û min jî bi bersivê nizanîbû. Di nav hemû zarokan de gotineke xerab ji min re kir û ez pirr li ber xwe ketim. Dinyaya me bi zimanê dayika me bû heta em bûn 7 salî û me bi vî awayî dest bi dibistanê kir. Ji nişkê ve zîmanekî xerîb bi zor li ser te tê ferzkirin û zimanê ku tu pê mezin bûye tê qedexekirin. Tesîra xwe ya neyînî bi serê xwe mijara lêkolînên kûr e."


Kêmaniya zimanê dayikê ez dixwarim 

Piştî ku Semsûrî tê Swedê meyla wî ya li ser zimanê dayikê zêde dibe û lêkolînên li ser zimanê Kurdî nexasim ya li ser perwerdehiya bi Kurdî dike. Nivîskarê Ciwan Nûman Semsûrî hatina xwe ya Swedê û derbarê xebatên xwe yên li wir de wiha diaxive: "Dema ez 15 salî bûm jî min koçî Swedê kir. Vê carê jî zimanê Swedî ket pêşîya zîmanê Kurdî û pêşî li pêşketina wê girt. Lê tiştek kêm bû, tiştek ji ruhê min. Tiştekî ku tim û tim hundirê min dixwar. Hêdî hêdî min bersiva vê kêmaniyê didît. Û ewa ku ruhê min teng dikir û ez ji hundir ve dixwarim kêmaniya zimanê dayîkê bû. 

Dîsa ez têgihiştim ku ev problem ne ya min tenê ye, ya gelek mirovên Kurd e. Min zarok dîtin ku pêwistiya wan bi zîmanê dayîkê heye. Min xort dîtin, min jin ditîn û apên kal dîtin. Min jî xwe berpirsiyar dît ku ez hewl bidim ji bo dagirtina vê valahiyê. Lê ji ber ku ez ne di wê astê de bûm, min pêwistî bi perwerde û lêkolîna zimanê Kurdî kir. Min çend lêkolîn li ser nivîskar û helbestkarên ku li Swêdê û Ewrûpayê kirin. Hêdî hêdî wêneyek derdiket holê. Divîyabû min ji cîhekî dest pê bikira, lê gelo ji ku? Dema ez bi zarokê xwişka xwe re rûdiniştim wî gelek pirs dikirin û li navên tiştan dipirsî. Ya balkêş ew bû ku herî gelek pirs li ser navê ajal û fêkiyan bû. Vê yekê jî fikrek bi min re peyde kir. 

Min ji ber van sebeban dest bi nivîsandina pirtûkên bi wêne kir da ku zarok û mezinên li dîasporayê karibin fêrî tiştên bingehîn yên zimanê bibin. Vê xebatê jî nêzî  salek û nîv dirêj kir."


Hewcebûna bipêşxistina zimanê nivîsê

Nûman Semsûrî dibêje ku ji ber gelek sedeman çavkanî û belgeyên dîrokî ku bi Kurdî hatine nivîsandin tinene û ev jî destê mirov lawaz dike dema mirov bixwaze berhemekê binivîse. Li ser vê yekê jî Semsûrî wekî mînak, zimanên Skandinavî dide û diyar dike ku zimanê Skandinavî bingeha xwe ji zimanê li ser keviran hatî nivîsandin stend û bi vî hawî bi pêş ket. 

Herî dawî Semsûrî têkiliya ziman û çavkaniyên vî yên dirokî wiha bi lêv dike: "Zimanê Erebî bingeha xwe ji Quranê ye û li ser wê bi pêş ket. Bê gûman ez vê xebata xwe bi wan re muqayese nakim. Lê armanc û hedef ew e. Hemû xebatên ku ji bo ziman tên kirin, di vê wateyê de cihê xwe taybet e û bingeheke û çavkaniyên zengîn ji Kurdî re amade dikin. Ev berpirsariya hemû kesayetan e, ji ber ku em ne xwedî dewletekê ne ku van xebatan bike. Dawiya dawî, zîmanê me rûmet, hebûn, dîrok û çanda me ye. Bi kinasî, nasnameya me ye. Bêyî zimanê dayikê mirov rihê xwe û kesayeta xwe winda dike. Ji ber vê yekê jî çi ji destê mîrov bê divê mirov bike da ku zimanê me di bin zilm û zora dagirkeran de winda nebe û bi ser bikeve."



İBRAHİM BULAK/FRANKFURT