11 sal berê niha di 2’ê Sibatê de fermandara YJA-Star’ê Leyla Walî Huseyn bi nasnav Viyan Caf, li dijî komploya navnetewî ya li ser Rêberê PKK’ê birêve diçe û hewldanên tasfiyekirina PKK’ê di rêya Mazlum Dogan, Sema Yuce, Ronahî û Bêrîvanan de bi sekin, têkoşîn û çalakiya xwe li dijî her cûre êrîşan sekinî û çalakî lidarxist.

Leyla Walî Hûseyîn bi nasnav Viyan Caf di sala 1981’an de li bajarê Silêmaniyê hatiye dinê. Viyan ji eşîreta Caf e. Di sala 1997’an de beşdarî nava refên Partiya Karkerên Kurditanê (PKK) dibe. Viyan di encama nakokiyên xwe yên bi pergala mêr ya di nava eşîret û malbatê de biryara ketina ser rêyeke nû dide. 

Têkoşîn û lêpirsînên Viyan bi beşdarbûna nava PKK’ê re vegûherî qonaxeke hîn dijwartir û bilindtir. Tevî temenê xwe yê ciwan xwedî kesayeteke têr û tijîbû. Xwedî kesayeteke pijandîbû. Her kêliyeke xwe bi wate û dagirtî derbas dikir. Temeneke kurt lê, watedar jiyan kir. Temenê xwe ciwan bû lê, di demeke kurt de bû kesayeteke pêşeng a Başûrê Kurdistanê. Di astên herî jor yên tevgerê de erk û berpirsyarî girt ser şanê xwe. Li dijî êrîşên hindir û navxweyî yên li hember felsefe û fikrê Apoyî têkoşîneke bêeman da.

Pêşengiya gel kir

Viyan Caf di nava gelê Rojhilatê Kurdistanê de û gelê Başûrê Kurdistanê de bi roleke pêşeng rabû û xizmetê ji azadiya gelê xwe û jinan re kir. Di sala 2004’an de di nava komîteya ji nûve avakirina PKK’ê de cih girt. Yek ji wan 12 kesên Rêberê PKK’ê pejirandibû PKK’ê ji nûve ava bikin de jî Viyan Caf bû. Viyan Caf baweriyeke mezin a tevgerê û hevalên xwe girtibû. Çavkaniya bawerî û hevaltiyê bû. Di rêveberiya PKK’ê û fermandariya YJA-Star’ê de cih digirt.

Viyan xwedî rih û hişmendiyeke dewlemend a netewîbû. Ji lewma li Rojhilat xebatê da meşandin û piştî wê jî li ser israra xwe xwast derbasê Bakurê Kurdistanê bibe. Li ser vê esasê jî derbasê YJA-Star’ê bû.

Viyan di sala 2006’an de li herêma Heftenînê li dijî komploya navdewletî ya li hember Rêberê PKK’ê û hewldanên tasfiyekirina PKK a di hindir de çalakiyek lidarxist û li pey xwede jî çend name hişt. Nameyek ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan,  ji malbata xwere, ji jinan re nivîsî.

‘Xwezî ji canê min hêjatir tiştekî din hebûya ku min bida’

 Viyan Caf di roja 1’ê Sibat’ê de nameyên xwe temam dike û di 2’ê yê Sibatê de jî çalakiya xwe li herêma Heftanînê lidar dixe. 

Di nameya xwe de di beşa bi sernivîsa, “Xwezî ji canê min hêjatir tiştekî din hebûya ku min bida“ de dilsozî û girêdana xwe ya bi Rêbertî, gel û jinên Kurd re wiha tîne ziman: “Ev çalakiya min bersive ji siyaseta înkarê ya li ser gelê Kurd û siyaseta tecrîdê ya li ser Serok Apo. Ji bo azadiya gelê Kurd û jinê, li dijî zilm û zextê eger tiştekî ji canê min hêjatir hebûya, min ê ew jî bida. Lê belê di demeke bi vî rengî de ku gelê Kurd her roj li ser piyan e û ber bi serketinê ve diçe, fedakirina jineke mîna min gelekî kêm dibînim. Ez jî mîna gelek hevalan xwe deyndarê gel û jinên êşkişandî dibînim.“

Şopînera Leyla Qasim 

Viyan mîna navê xwebû. Bû şopînera Leyla Qasim û jineke şoreşger û pêşeng a Başûrê Kurdistanê. Hemû qeyd û bendên paşverû yên civak li ser ferz dikirin qetand û berê xwe da lûtkeyên azadiyê. Weke navê xwe bû xwedî vîneke mezin a bê mînak. Piştî çalakiya Viyan Caf bi dehan keçên Kurd di vê rêyê de berê xwedan nava refên şoreşê û zarokên piştre li çar beşên Kurdistanê çêbûn jî navê Viyan li wan hate kirin. Niha yek ji semboleke azadiyê ya jina Kurd û tevahî jinên Başûrê Kurdistanê ye. 

Gora, Viyan Caf li Silêmaniyê ye û her sal rêheval û gelê wê wê li ser gora wê û li her devereke Kurdistanê wê bibîrtinin. Ji bo pêkanîna xeyalên wê îro li Başûrê Kurdistanê xebatên demokratîzekirina Başûr û azadkirina jinê tên meşandin. 



 NAVENDA NÛÇEYAN