Ocalan dibêje, ew hewl dide qadekê ji Kurdan re biafirîne û wiha dewam dike: Dibêjim; ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez bi xwe bawer im û ji bo çareseriyê amade me.
Parêzerên Rêber Apo 7´ê Tebaxê li Îmraliyê ew dîtin. Di hevdîtinê de Rêber Apo cejna gelên demokrasîxwaz û aştîxwaz pîroz dike û dibêje; “Ez hewl didim ji Kurdan re qadekê biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dibêjim; ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez bi xwe bawer im û ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet jî aqlê dewletê jî ya pêwîst bike.”
Parêzerên Rêber Abdullah Ocalan piştî du mehan ango 7´ê Tebaxê çûn Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re rûniştin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de agahî têne dayîn û tê gotin, “Me di 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re hevdîtinek kir. Di vê hevdîtinê de rojeva bingehîn a Birêz Ocalan; li gel gelek sernavan bi giranî rêveçûna dîrokî ya têkiliyên Kurd-Tirk, şerê heyî û nîqaşên der barê rewşa şer de bû.
Polîtîkaya şer wê encamê girantir bike
Dema ku têkiliyên Kurd-Tirkan ji Xelat û Melazgirê heta Destûra Bingehîn a sala 1921’ê nirxand, diyar kir ku hemû hêz û derdorên ku di vê mijarê de hesas in, divê li gorî rastiyê tevbigerin û destnîşan kir ku çi feraseta Kemalîst, çi jî ya Osmaniya Nû divê her du feraset bi rengekî rast û hevgirtî nêzî têkilî û dîroka Kurd-Tirkan bibin.
Birêz Ocalan rêveçûna heyî ya ji ber israra di polîtîkaya şer de rû daye, bi fikar dibîne. Wî bal kişand ser zirarên aborî, siyasî û însanî yên çil salan û got, di çarçoveya rewşa herêmî de heger heman polîtîka bi israr bê dewamkirin wê encamên hîn girantir rû bidin û divê her kes vê bibîne.”
Gelo îradeyeke mîna ya Ozal heye?
Ocalan diyar kir ku ew dizane; hemû hewldanên wî yên ji bo çareseriya demokratîk ji serdema Ozal û heta niha ji aliyê kontrgerîla ve hatine sabotekirin, ev hêzên li dijî çareseriyê ne, mîna berê nebe jî îro jî xwedî potansiyelekê ne ku şer diafirînin.
Ocalan, gotina ‘bi şer çareserî nabe’ ya sala 1993’an a Ozal bi bîr xist û got, tevî ku rewş niha jî bi heman rengî ye, ew li hebûna îradeyekê dipirse ku heman biryardariya Ozal niha nîşan bide.
Çil sal têkoşîn ji bo aqlekî azad
Birêz Ocalan bi hewldaneke awarte dewlet û aqlê dewletê analîz kir û got, li dijî dîroka sexte û derewîn a ku berhemê aqlê şovenîst e, ew hewl dide di çarçoveya têkiliyên Kurd-Tirk ên dîrokî de qadekê ji Kurdan re biafirîne. Di vê çarçoveyê de diyar kir ku pêwîstiya Kurdan bi dewleteke din nîne, lê belê pirsa ‘Gelo wê hiqûqeke Kurdan hebe?’ dike. Ocalan di nava axaftina xwe de got, ev çil sal in, ew hewl didin aqlekî Kurdan ê jiyana azad, mirovê azad, feraseta azad biafirînin.
Elaqeya tecrîdê bi şer re heye
Birêz Ocalan dema ku lêgerîna li aştî û demokrasiyê ya ji serdema Ozal û heta niha nirxand, anî ziman ku tecrîdkirina wî ya ku ev bîst sal in didome, peywendiya xwe bi şerê heyî re heye. Lê belê tevî vê yekê jî destnîşan kir ku ev bîst sal in ew bi xeta aştiyê li ber xwe dide û hewl dide bibe bersiv.
Ez ji bo çareseriyê amade me
Di vê çarçoveyê de Birêz Ocalan got, “Ez hewl didim ji Kurdan re qadekê biafirînim, werin em pirsgirêka Kurd çareser bikin. Dibêjim; ez dikarim di nava hefteyekê de rewş û îhtimala şer ji holê rakim. Ez dikarim çareser bikim, ez bi xwe bawer im û ji bo çareseriyê amade me. Lê belê divê dewlet jî aqlê dewletê jî ya pêwîst bike.”
Di heman demê de bi wesîleya cejnê cejna gelên me yên ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşin pîroz kir. Silavên taybet ji girtîgehan re şand.”
ANF/STENBOL