Endamê Meclîsa Lordan a Birîtanyayê Lord Reymont Hilton serdana Kantona Cizîrê kir. Hilton serdana navenda Hevserokatiyê ya li bajaroka Rimêlan kir. Li vir Hevserokên Kantona Cizîrê Himêdî Deham El-Hadî û Hediya Yûsif, Serokê Karê Derve yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer û Cîgira wî Emîne Osê û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Hekem Xelo, pêşwazî kirin.

Hilton, bi Hevserokên Kantona Cizîrê hevdîtinek pêk anî û rewşa Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk gotûbêj kir. Di civînê de aliyan bal kişand ser êrîşên komên çete yên DAIŞ’ê. Piştî hevdîtinê Endamê Lordat a Birîtanyayê Lord Reymont Hilton civîna çapemeniyê lidar xist û rojnamavan re axivî. Hilton got ku di nava Rojava de tenê karîbû serdana Kanotna Cizîrê bike û da zanîn ku ew dixwaze di demeke nêzî de her sê Kantonên Rojava bibin yek. Hilton, destnîşan kir ku di wê baweriyê de ye ku sîstema Xweseriya Demokratîk sîstemeke nimûne ye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û Rojhilata Navîn.


’Divê piştgiriya heremê bê kirin’

Lord Reymont Hilton, destnîşan kir ku wî jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkahteyan de ecibandiye û wiha dom kir: ˮTişta herî baş di sîstema Kantonan de zimanên Kurdî, Erebî û Sûryanî zimanên fermî ne.ˮ  Lord Reymont Hilton pirsa ’ Peyama ku ji Birîtanya aniye Rojava çiye’ wiha bersivand: ˮNameya min ew e ku, pêwîste hemû kes piştgiriya wê herêmê bikin ji ber ku hemê pêkhateyan li vir bi aramî û ewle dijîn.ˮ

Lord Reymont Hilton destnîşan kir ku metirsiyên welatê wî derbarê êrîşên çeteyan a li ser herêmê heye û wiha dom kir: ˮDi nerîna min de tişta ku welatên Ewrûpa li dijî çeteyên DAIŞ’ê pêktînin, têrê nake. Ew dikarin bêtir zextê bikin da ku dawî li çeteyan were.ˮ


Soza piştgiriya dîplomatîk

Lord Reymont Hilton pirsa ’ Çima welatên Ewrûpa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk fermî nas nakin’ bi heman pirsî bersivand û got ku ew jî fehm nake çima nas nakin û divê bê naskirin. Lord Reymont Hilton, di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: ˮEz ê dengê Rojava bigîhînim hemû Ewropa, ez ê di riya wezareta karê derve ya Birîtanya û di riya têkiliya min bi wan re, her wiha di riya Perlamantoya Ewropa û Meclîsa Lordat a Birîtanyayê dengê Rojava bigihînim. Ezê di rojnameyan de jî li ser serdana xwe ya Rojava binivîsim, her wiha ez ê di ser malpera xwe ya înternêtê jî belav bikim.ˮ

Di dawiya axaftina xwe de Lord Reymont Hilton da xuyakirin ku armanca wî ya sereke ji serdanê miroviye û wiha dom kir: ˮMin xwest rewşa gel û jiyana wan a 5 salan bişopînim.Ez hîn bûm ku Rewşa Rojava baş e. Ez ê, tiştên hîn bûm bighînim raya giştî ya derve.ˮ


 ANHA/GIRKÊ LEGÊ