Salvegera şehadeta jîngehparêz Şerîf Bacwer û hevrêyên wî ne. Di 25'ê Tebaxa sala 2018'an de çalakvanê mafê mirovan û jîngehparêzê navdar yê Rojhilat û Îranê Şerîf Bacwer, jîngeparêz Omêd Hisênzade, Rehmet Hekîm Niya, Mihemed Bejûhî dema xwestin agirê ku di encama topbarana rejîma Îranê de bi daristanên Merîwanê ketî vemirînin, di nava agirê daristan û topên rejîma Îranê de şewitîn û jiyana xwe ji dest dan. Şerîf bi gotina xwe ya “Ez ê ji bo berûyên Zagrosê canê xwe bidim.” di bîra her kesî de ma.
Piştî ku hat bihîstin, Endamên Meclîsa Kesk a Çiya di nava agir de jiyana xwe ji dest dane, bi deh hezaran kes ji xelqê Merîwanê daketin kolanan û bi bilindkirina pankarta, 'Şehîd namirin' û wêne û posterê Şerîf Bacwer û hevalên wî dirûşmeya, 'Şehîd namirin' berz kirin û dest bi xwepêşandanê kirin. Di xwepêşandanê de jinan rola pêşengiyê dikirin û dirûşme digotin. Li goristana Dariseyran hatin veşartin.
Paşê jî her 4 jîngehparêz li Rojhilatê Kurdistanê û bajarên Hewlêr û Silêmaniyê yên Başûrê Kurdistanê û li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, paytexta Îranê Tehranê û hinek bajarên Ewropa hatin bibîranîn.
Her çar jîngehparêz doh jî nehatin jibîrkirin û li ser gora xwe ya li Goristana Dariseran a Merîwanê hatin bibîranîn.
KODAR’ê jîngeparêz bi bîr anîn
Komîteya Ekolojî ya KODAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî jîngeparêzên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi bîranî. KODAR’ê got; “Ev şehîdane nîşana welatparêzî û mirovdostên mezin yên Kurdistanê ne. Di heman demê de sembola ciwanên gelê Kurd û gelên din yên Îranê ne.”
NAVENDA NÛÇEYAN