Wezîrê berê yê karên derve yê Fransayê, Bernard Kouchner di komxebata li ser Efrînê de da zanîn ku piştî ew beşdarî komcivînê bûn û dema ew vegerin welatê xwe, ew ê li hemberî xetereya Tirkiyeyê li ser gelên herêmê bisekinin, ji ber Tirkiyeyê koçberkirin, kuştin û polîtîkayên guhertina demografîk bi kar tîne.

Kouchner di axaftina xwe de soz da ku dema ew vegerin welatê xwe ew ê bi awayekî cidî ji bo rawestandina kiryarên dewleta Tirk ku kuştin, koçberkirin û guhartina demografîk li Efrînê dike, kar bike.