FEYYAZ OZMEN / MARSILYA
Li bajarê Fransayê Marsîlyayê çalakiyeke piştgiriya bi Rojava re hat organîzekirin. Di çalakiyê de banga boykotkirina tûrîzm û malên Tirkî hat kirin.
Li hola konferansan La Marseillaiseê ev çalakî hat lidarxistin bi piştgiriya NCDK´a Marsîlya, MRAP, tevgera Aştiyê, Komeleya Mafê Mirovan, Partiya Antîkapîtalîst a Nû, partiya Komunîst, Partiya Çep. Di çalakiyê de bi navê “Le rêve des Kurdes (Xewna Kurdan)” belgefilmek hat nîşandan.
Endamê NCDK´ê yê Karê Derve Salih Soylemez, serokên Collectif Solidairete Marseille 13 Joel Dutto û Annick Samouelian li ser rewşa dawî ya li Rojava agahî dan û banga divê dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe hat kirin.
Beşdarên çalakiyê di dema pirs û bersivan de got, divê malên Tirkî û tûrîzma Tirkiyeyê bê boykotkirin.
Em ê boykot bikin
Yek ji beşdaran Jean Pierre Cavalie ye. Ew dibêje, “Pereyê malê Tirkî di şerê li dijî kurdan de tê bikaranîn. Ji niha û pê ve ez ê dewleta Tirk li her derî teşhîr bikim. Ez ê malê wan ê herî baş jî nekirim. Li dikanê malê wan difiroşin jî, ez ê gazî xwedî û berpirs bikim û bibêjim, dewleta Tirk qatil e, dagirker e, çima tu van malan difiroşî!”
Beşdareke din Josiane Durieuo ye. Li gorî wê, dewleta Tirk dewleteke terorê ya li Rojava jî dagirker e: “Heta dewleta Tirk dagirkeriyê bi dawî neke divê mirov ambargoyê li ser Tirkiyeyê ferz bike, boykotkirina wê mezin bike.”
Beşdarekî din ê çalakiyê Jean Narie Battini ye. Ew dibêje, “Divê em tûrîzm û malên Tirkî boykot bikin. Ez ê neçim Tirkî û nekim ku bi pereyên min bombeyan li Kurdan bibarînin.”