Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê cenazeyê şervanê înternasyonalîst Lorenzo Orste (Têkoşer Piling) ku welatiyê Îtalyayê ye, ber bi Başûrê Kurdistanê ve bi rêya Dergeha Sêmalka oxir kir da ku cenaze bigihînin cihê jidayîkbûna wî.

Hevrêyên şehîd cenaze wergirtin û bi karwanekî ji sedan erebeyan, ber bi Dergeha Sêmalka ve çûn.

Li Dergeha Sêmalkayê rêûresma eskerî ya YPG û hêzên înternasyonalîst dest pê kir, paşê li ser navê hêzên înternasyonalîst, Egîd Colyan axivî û sersaxî ji malbata şehîd û gelê Îtalyayê re xwest, her wiha soza çûna li ser rêya şehîdan heta serketinê da.

Ti carî dudilî nedikir

Colyan got, “Şehîd Piling beşdarî Pêngava Kobanê, Berxwedana Serdemê, pêngava Bagera Cizîrê û Şerê Baxozê bû. Di parastina nirxên şoreşê û destketiyên bi saya şehîdan de ti carî dudilî nedikir.”

Egîd Colyan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şehîd Têkoşer Piling fikr û felsefeya Rêber Apo xwend û da ku parastina gelên bindest bike, beşdarî şoreşa Rojava bû.”

Her wiha ji fermandarên YPG`ê li Dêrikê, Hawar Dêrik axivî û sersaxî ji malbata şehîd Têkoşer Piling re, her wiha ji hemû hevrêyên şehîd ên di nava hêzên înternasyonalîst de xwest û got, “Heke ne ji şehîdan bûya, em nedigihiştin vê qonaxa dîrokî, ji ber ku şehîdên me yekîtiya gelên li ser xaka Rojava li ser bingeha jiyana hevbeş û aştiyane çêkir.”

Piştî bidawîbûna axaftinan nameya şehîd Têkoşer Piling ji aliyê hevrêyên şehîd ve hat xwendin:

Nameya şehîd Têkoşer Piling

“Dema ku hûn nameya min bixwînin, wê demê min ê ji vê cihanê koç kiribe, ti carî ji bo min xemgîn nebin, ez bi vê yekê bawer im. Ez ê ti carî poşman nebim, hemû tiştên ku ez pê bi fikar bûm, rast derketin û dema ku ew rastî hemû pêk hatin, ez di ber kesên bindest û mafên wan ên ji wan hatine standin de şehîd ketime.

Heta ku koçkirina min zû be jî, hê jî ez ê bi serketina xwe bawer bim. Hêviya serketineke mezintir ji we re dikim û bendewarê biryara we me ku ji bo nifşên paşerojê canê xwe bikin qurban. Ji ber ku tekane rêya veguhertina cihanê, bi vî awayî ye.”

Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî hevrêyên şehîd hate kirin û merasîm bi dawî bû.

Piştî bidawîbûna merasîmê gel cenazeyê şehîd ber bi Başûrê Kurdistanê ve oxir kir û tê payîn ji Başûr ber bi cihê jidayîkbûna şehîd yanî Îtalyayê ve were oxirkirin.

 

 ANHA / QAMIŞLO