Roşana 13 salî beramberî dîktatorê Tirk Erdogan ê dagirker dibêje, “Ez ê rê nedim ku dewletên dagirker bi siyasetên xwe yên qirêj xeyalên min talan bikin. Ez ê xêzkirina wêneyan dewam bikim.”

Bi êrişên hovane ku li ser Herêma Efrînê ji aliyê dewleta Tirk û komên girêdayî wê ve hatin kirin, yekser zarok û xeyalên wan hedef hatin girtin. Lê zarokên Efrînê li gel hemû zahmetiyan rê nedan ku hovîtiya Erdogan xeyalên wan talan bike û li gel êriş, zehmetî û koçberiyê ev zarok xelalên xwe pêk tînin. Yek ji van zarokan jî Roşan Sîno ya 13 Salî ye ku ji gundê Mîrkan ê Navçeya Mabeta ye. Roşan bi şêwekariya xwe xeyalên xwe bi cih tîne.

Roşan di 8 saliya xwe de li Herêma Efrînê fêrî şêwekarî û xêzkirina wêneyan dibe. Ji hingî ve jî ew bi hunerê dest û tiliyên xwe hest û hizrên xwe li ser kaxezan dineqişîne.

   

Erdê xwe bi cih hişt ne hunerê xwe

Piştî ku dewleta Tirk û komên girêdayî wê Herêma Efrînê dagir kirin, Roşan bi malbata xwe re ji Efrînê derdikeve û li Gundê Tel Qirah yê ser bi Kantona Şehbayê bi cih dibe. Tevî hemû şert û mercên zehmet, Roşan xêzkirina xeyalên xwe dewam dike û êşa ku li Efrînê kişandî bi destên xwe yên piçûk li ser kaxiza spî xêz dike û hezkirina xwe ya ji Efrînê re jî nîşan dide.

Roşan Sîno ji bo vê eşqa xwe ta ji şêwekariyê re dibêje, “Ez 8 salî bûm, min dest bi xêzkirina wêneyan kir, li Efrînê min gelek wêne xêz dikirin û ez tevlî gelek pêşengehan bûm, bi êrîşên Erdogan ên li dijî Efrînê re, ez û bi hezaran zarokan, em ji Efrînê derketin. Lê min dev ji xeyalên xwe berneda.”

Pênûsên rengîn tine ne

Roşan di dewama axaftina xwe de îşaret bi zehmetiyên li Şehba jî dibe û wiha dipeyive: “Li Efrînê min hezkirina xwe ji Rêber Apo re bi wêneyan nîşan dida. Dema ku bi darê zorê em ji Efrînê derketin, min hemû wêneyên xwe bi xwe re derxistin. Em niha li gundê Tel Qirah bi cih bûne. Raste rengên pênûsên ku min berê pê wêne xêz dikir, li Şehbayê tine ne, lê dîsa min dev ji xêzkirina wêneyan berneda. Bi pênûsên reş û cûn, ez wêneyên xwe xêz dikim.”

Êş û jan bi hunerê wê bi gewde dibin

Roşan di nava axaftina xwe de diyar dike ku di nav wêneyên wê de, wê mijarên li ser zaroka 1 mehî ku di encama êrişan de jiyana xwe ji dest da, li ser êşa li Efrînê kişandiye û her wiha darên zeytûnan ku niha bi destê komên çeteyan tên şewitandin, xêz kirine.

Di dawiyê de Roşan dibêje, “Ez ê heta dawiyê li pey xeyalên xwe bim û rê nedim ku dewletên dagirker bi siyasetên xwe yên qirêj xeyalên min talan bikin. Ez ê xêzkirina wêneyan dewam bikim û hemû kiryarên Erdogan bi wêneyan ji cîhanê re nîşan bidim.”

 

 JINNEWS / ŞEHBA