Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û xizmên girtiyên din yên li Îmraliyê 18ê Mijdarê çûn Îmraliyê û hevdîtina bi xizmên xwe re pêk anîn.. Mehmet Ocalan têkildarî hevdîtina li Îmraliyê ji DÎHA’yê re axivî. Mehmet Ocalan got ku, birayê wî di hevdîtinê de pêvajo û rewşa Rojava nirxand û anî ziman ku wî bi heyeta dewletê re hevdîtinek fireh pêk aniye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê naveroka hevdîitnê de jî wiha axiviye: “Min ji heyetê re got, divê bingeha qanûnî ya pêvajoyê amade bikin. Min ji bo muzakreyan 3 şert gihandin wan. Niha li benda bersivê me. Dibe ku heyet di nava demeke kin de were. Em bi xwe ji bo muzakereyan amade ne. Ji aliyê me ti pirsgirêk nîne. Em aliyekî pirsgirêkê ne. Pirsgirêka Kurd bi hewldanên yekalî çareser nabe.”


Ocalan: Ji bo muzakereyan 3 şert

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman ku eger dewlet û hukumet gavên pêwist biavêje, wê pêvajo pêş bikeve û wiha got: “Pêvajo di noxteyeke pir hesas de ye. Ez bi xwe ne zêde bi hêvî û ne jî bê hêvî me. Bersiva ku heyet bîne, wê aqûbeta pêvajoyê diyar bike.” Ocalan qala pêvajoya salekî kir û wiha dewam kir: “Rayedarên hukumet û çapemeniya Tirk der barê rawestîna vekişîna gerîla de rast neaxivin. Dibîjin vekişîn çima rawestiye? Ev mijareke hesas e. Me wê demê ji dewletê xwest ku, bingeha qanûnî amade bike. Me got, eger qanûn amade bikî, wê gerîla karibe di nava 2 mehan de derkeve. Lê belê dewlet û hikumet wisa nekir. Ji ber pêwistiya xwe bi cih neanî, vekişîn rawestiya. Lewma divê çarçoveya qanûnî amade bibe. Ji ber ku çarçoveya qanûnî amade nekir, pêvajo wisa didome.”

Sîstema hevserokatiyê esas e

Ocalan li ser pêvajoya hilbijartinên herêmî jî wiha got: Divê di hilbijartinên herêmî de pergala hevserokatî esas bigirin. Qala kêmbûna kadroyan dikin. Ji bo şaredariya navçeyekî 8-10 kes dibin namzed, lê belê ji bo rêveberiya navçeyan mirovan nabînin. Ev nakokiyeke mezine. Ji bo ev pirsgirêk ji holê rabe, eger mumkun be, li hemû deveran akademiyên siyasetê bên avakirin.

Li Rojava xweseriyê xurt bikin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berxwedan û helwesta gelê Rojavayê Kurdistanê silav kir û ji hemû pêkhateyan xwest ku pergala xweseriyê xurtir bikin. Mehmet Ocalan anî ziman ku, birayê wî serdana Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesût Barzanî ya Tirkiyê jî nirxandiye, lê belê derbarê naveroka nirxandinê de ti agahî nedan. Mehmet Ocalan got ku, Ocalan tevahiya raya giştî silav kir û banga alîkariya siyaseta demokratîk li hemû welatiyan kir.

STENBOL