Profesor David Graeber, bi vegotina bibîranîna xwe ya li Şengalê û hevdîtina xwe bi Mam Zekî re xwest wî bi bîr bîne: Mam Zekî got, “Xweserî mumkin e; em dikarin bi çandiniyê, xwedîkirina sewal li vir bijîn, heta ku destûr hebe ku hêzên yekîneyên jinan û yên tevlîhev me li vir biparêzin.”
Piştî şehadeta Mam Zekî Şengalî, kesên ew dîtî û pê re peyivî jî ji b bibîranîna wî, gotinên xwe xefnekirin û gotin. Yek ji van jî profesorê navdar ê antropolojiyê û yek ji înîsiyatorên tevgera Occupy (Dagir bike) Profedor David Graeber e. Graeber li ser hesabê xwe yê twitterê de got, piştî merasîma cenaze ya ji bo Mam Zekî Şengalî, ku di encama êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, par ve dike ku ew jî dixwaze Mam Zekî bi bîr bîne yê ku dema ji bibîranîna qurbanên komkujiya Koço vedigeriya, hatiye şehîdkirin. Vê jî dike bi agahiyên li ser serdana xwe ya Şengalê ya Gulana îsal.
Graeber wiha dest bi agahiyên xwe dike: “Mam Zekî Şengalî yek ji wan kesan bû ku hat pêşiya me û derbarê rewşa Şengalê ya heyî û bûyerên ber bi qirrkirina Tebaxa 2014´an ve birî de bi kurtî em agahdar kirin.”
Xelkê tirs ji ser xwe neavêtiye
Graeber tîne bîra xwe ku hingê jêre gotine, Şengal piştî wê felaketa 2014´an hîna nehatiye ser hemdê xwe û asta hilweşînê jî bi qasî ya Reqayê bûye. Ew dibêje, ji ber ku gelek kesên penaber bûyî venegeriyane û vê jî jinûveavakirin zehmet kiriye.
Mam Zekî Şengalî ji Graeber re gotiye, “Xelkê hîna ew tirsa derûnî ya ku dibêje DAIŞ yan jî tiştekî weke wê dikare vegere ji ser xwe neavêtiye. Sîstema perwerdeyê ji hev de ketiye. Me bi xwe çend dibistan vekirin, li wir bi alfabeya latînî dersan didin, lê ne ti tişt e.”
Zekî Şengalî wekî din ji Graber re dema axiviye, îşaret bi wê yekê kiriye ku alîkarî yan jî pereyên alîkariyê nagihîjin mexdûrên xizan. Dewleta Iraqê ti tişt nekiriye, û soza alîkariyê ya hatiye dayîn jî ti carî negihiştiye Şengalê.
Beriya qirrkirinê me xwe amade kir
Zekî Şengalî jê re behsa Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê û hêzên eskerî YPŞ/YJŞ´yê kiriye. Şengalî bi îhtîmam behsa wê yekê dike, ku sazî û dezgehên beriya qirrkirinê yên Iraqî êdî nînin yan jî bê fonksiyon in û ew bi sazî û dezgehên xwe xwe bi rê ve dibin li Şengalê.
Mam Zekî Şengalî ji Graeber re wekî din gotiye, hîna beriya qirrkirinê ew lê fikirîne hêzên xwe parastinê damezrînin û dema DAIŞ´ê êriş kiriye, hêzeke wan li Rojava dihat perwerdekirin, li ser mijarê ew wiha peyiviye: “YPG´ê got, heger hûn dildaran ji me re bişînin, em ê wan 2 hefteyan di bikaranîna AK47´an de perwerde bikin. Me sê kom şandin û ya dawiyê hîna dihat perwerdekirin dema qirrkirinê dest pê kir. Dema ku korîdor vebû ji bo ku me rizgar bikin, hêzên me bi xwe jî di nava wan hêzan de bûn ku em rizgar kirin.”
Ji bilî HPG û YPG´ê ti hêz bi hewarê ve nehat
Mam Zekî Şengalî behsa zehmetiya damezrandina vê hêza xweparastinê ji ber astengiyên PDK´ê derxistî, dike û dibêje, “Bi tenê YPG´ya li Rojava û PKK´ya li Qendîlê alîkariya me kir. Wekî din komeke bi tecrûbe ya ji 12 kesan a kadroyên PKK´ê hebû, di dema êrişa DAIŞ´ê de ew hatin ku şêwirmendiya me bikin ji bo xweparastinê; 3 ji wan di rê de hatinbûn girtin, lê 9´an ji wan karî xwe bigihînin me.”
Piştî ku behsa reva pêşmerge û destpêkirina qirrkirinê dike, dewra gerîlayên HPG´ê û hêzên YPG´ê di rizgarkirina bi sedhezaran kesî de wiha rave dike: “Di nav du rojan de gerîlayên HPG´ê û hêzên YPG´ê tevî hinek ji şervanên me yên nû perwerdekirî korîdorek vekir da ku xelkê li çiyê biparêzin, û wan rêyek vekir ji bo ku 150 hezar kesî derbasî Rojava bikin. Ya rastî mirov dikare bibêje, ew ji mirinê hatin rizgarkirin.”
Xweserî mumkin e
Mam Zekî Şengalî ji Graeber re wekî din gotiye, xweserî mumkin e: “Xweserî mumkin e; Êzîdî gelekî girêdayî erda xwe ne, em dikarin bi çandiniyê, xwedîkirina sewal li vir bijîn, heta ku destûr hebe ku hêzên yekîneyên jinan û yên tevlîhev me li vir biparêzin. Bêqisûr ji me tê ku em xwe bi xwe têra xwe bikin.”
Graeber ê ku hin gotinên şervaneke jin û hin kesên din ên Şengalê jî parvekirî, herî dawî wêneyên ku li ser wan Mam Zekî Şengalî diyar e parvekirin û ew bi xwe jî li ser yekî ji wan diyar bû.
FRANKFURT
Li Celle 4 rojan şîn hat danîn
Ji bo Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zekî Şengalî ku ji ber sûîqesta dewleta Tirk li Şengalê şehîd bû, li Mala Êzîdiyan a Celleyê 4 rojan şîn hate danîn.
Bi hezaran Kurdistanî, xêrxwaz, nas û hevalên wî hatin serdanê. Gelek kes bi otobusan ji bajarên cuda yên Elmanyayê çûn serdana sersaxiyê. Li şînê, hevalên wî yên zarokatiyê, hevrêyên wî, nûnerên rêxistin û saziyan axivîn.
Qisekeran diyar kir ku tovên şoreşgeriyê yên Mam Zekî li nava civakê hatine çandin û hate destnîşankirin ku xwedîderketina li doza Mam Zekî Şengalî, bersiva herî mezin e.
Li merasîmê dirûşmên “Mam Zekî Şengalî wê her bijî”, “Em xweseriya Êzîdxanê ava bikin”, “Bijî berxwedana Şengalê” hatin gotin.
Plansaziya çalakiyan
Kurdistanî bi taybetî jî civaka Êzîdî wê vê hefteyê jî li gelek bajarên Elmanyayê dakevin meydanan û Mam Zekî Şengalî bi bîr bînin.
22´yê Tebaxa 2018´an (sibe) saet 18:00´an li bajarên Celle û Braunschweigê bi pêşengiya Jinên Êzîdxanê û Kurdistanî meş wê werin lidarxistin.
25´yê Tebaxa 2018´an, roja Şemiyê, saet 13:00´an wê li bajarê Celle bibîranîna navendî ji bo Mam Zekî Şengalî bê lidarxistin.
CELLE