Şêwekar Luqman Ehmed ê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dimîne, li ser qetilkirina Bariş Çakan wêneyek xêz kir. Luqman Ehmed li ser dilopên niqûtî yên xwînê wêne xêz kir û li ser jî bi rengê sor nivîsî, “Ez Bariş im... Ez nikarim li muzîkê bihisînim.”
Bariş Çakan ê 20 salî ji ber ku li muzîka Kurdî dihisand, 31’ê Gulanê bi şev ji aliyê sê erişkarên Tirk ên nijadperest ve hat kêrkirin; ji ber birîna li ser dilê xwe jî jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN