Bû rêwiyê rêwîtiyên bê rawestgeh. Dengek, dengek bihîst û dest bi bûyîna dengê bi hezaran mirov kir; bû hêvî ji her kesî re. Hêvî, mirov ji cîhana kor şiyar kiribû. Hêvî, ruh dabû mirovan û êdî mirovan fêm kiribû ku hêvî ‘jîn’ e, hêvî ‘jiyan’ e.

Hêvî, di şînahiya tovekê de, di perpitîna çûkekê de, di kenê zarokekî de veşartiye… Ma ne hêvî bû yê ku mirov dixiste mirov?

Ma ne hêvî bû yê ku bawerî û hizirandin diafirîne? Ma ne hêvî ye, yê ku pergalê vedugherîne kaosê, yê serî bi mirovan dide hildan, yê ku bi qehremaniyek mezin davêje nav lêgerînan? Ma ne hêvî bû yê ku di cihê ku mejî û dil lê dibe yek, fedayiyên ku xwe şewitandine avakiriye?

Jinekê digot, tenê hêvî maye, kesekî dengê wê nedibihîst. Lê wê hertim hêviya xwe di germahiya porê jinekê de parast. Li hemberî tevahî êrîşan, zanîbû ku çawa her tim li ser piyan bimîne, serî netewîne û bi ser bixe. Bi belavkirina xweşikbûna dilê xwe li tevahî cîhanê, hêvî bû çavkaniya jiyanê. ‘Gihişte jin, jiyana xwe.


Evîndaran digot, tene hêviya me maye…

Înanna qîr dikir û digot,  “ME’yê min bidin min”. Leyla Mecnûn dixwest, Aslı Kerem, Edûlê Derwêşê Evdî û Rojhilata Navîn jî hêviya xwe dixwest. Lê kesekî ew jî nebihîstin. Bi bê dengî qîr dikirin. Şemateya di hundirê wan de wek sûlavê bû. Dilê wan çiya disitirand.

Dil nikaribû van hemiyan di hundirê xwe de bihewîne…

Dil veguheriya merzelan…

Mirov ewqas bê hest bûne ku êdî qêrîna jî nabihîzin. Ez ji te dipirsim hey mirov! Gelo tenê tu di vê cîhanê de dijî?

Leyîstokekî bi navê “Ka Xeyalên Min” ji nûve bidin min. Leyîstokên wan ji çek û keviran bû. Qehremanê leyîstokê jî Sargon bû. Ew her tim serokê bingehîn bû û tevahî leyîstok wî qezenç dikir. Lê Sargon her tim dimir û bi kenek biçûk ji dilê te diket nav cîhana kûr ya hêviyê.


Dilekî digot, tenê hêviya min maye…

Zarokê hêviyê di warê hêviyan de hatibû cîhanê. Di meskenê hêviyê yê ku lê hatibû dinyayê, diyar bû ku wê ji nû ve bibe afirînêrê hêviyê. Siberojê wî, wê biba pisûleya jiyanê. Wê derketa rêwîtiyên bê rawestgeh. Wê ji sûlavan re biba deng. Zarokê hêviyê rojekê dengek bihîst. Ji taldeya xwe ya bê serûber, ev dengekî tîj û tenik yê ku rastê qerînan hatibû. HÊVÎ!… Guh dayê û dest bi lêgera ka ev deng ji ku derê tê kir. Bû rêwiyê rêwîtiyên bê rawastgeh. Dengek, dengek bihîst û rojekê dest bi bûyîna dengê bi hezaran mirov kir, bû hêvî ji mejiyan re. Hêvî, mirov ji cîhana kor şiyar kiribû. Hêvî, ruh dabû mirovan û êdî mirovan fêm kiribû ku hêvî ‘’JÎN’’ e, hêvî ‘’JIYAN’’e.



Ş. HEBÛN AZAD