Berxwedana Endezyar Herêm Mehmûd ê ku li navçeya Kelar a ser bi Germiyanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja xwe ya 62´yan de dewam dike. Herêm Mehmûd ê ku heta niha 11 kîlo li xwe kêm kirine, eşkere kir ku heta ku tecrîd bi dawî bibe, ew ê bi îradeyeke xurt çalakiya xwe dewam bike.

Li navçeya Kelar a Germiyanê, Endezyar Herêm Mehmûd ji bo şikandina tecrîda li Îmraliyê ev 62 roj in ku bi biryardariyeke xurt di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger de ye.

Herêm Mehmûd têkildarî rewşa tendirustî û berxwedana xwe ji me re got; “Di warê tendirustiyê de her ku diçe di warê dîtinê de, fera çavên min kêmtir dibe. Bedena min lewaztir dibe. Min heta niha 11 kîlo li xwe kêm kirine. Lê bi hêviya şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, ez ê çalakiya xwe dewam bikim.”

Herêm Mehmûd eşkere kir ku roj bi roj îradeya wî bihêz dibe û got; “Heta gihandina peyama xwe û serketinê, ez ranawestim. Ez bi tevahiya çalakgeran serbilind im. Hêvîdar im ku grev bibe çandek ji bo bidestxistina tevahiya mafên me.”

 

 ROJNEWS /KELAR