Orhan li malbata xwe geriya û ji wan re got li Suriyeyê li ser navê "Cîhadê" şer dike. Li ser vê yekê malbat ji bo zarokê xwe ji destê çeteyan xilas bike dest bi tevgerê kir û gihiştin agahiya Oran ji Hatayê derbasî Suriyeyê bûye. Malbat her çiqas gihişt zarokê xwe û ew careke din anîn Amedê çend meh şunda Orhan careke din ji holê winda bû. Orhan dîsa çû Suriyeyê û careeke din li malbata xwe geriya û ji wan re got; "Ez li vir zewicîm. Ez li ser navê cîhadê şer dikim. Li min negeriyên." Malbata bi xemgîniya Orhan ê ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatî xapandin dijî vê carê jî bi çûna birayê wî yê ji wî salekê biçûk Kismet Sancar ê ku 10 roj berê li ser heman têkîliyan çû Suriyeyê û tevlî çeteyên DAIŞ'ê bû şoq bûn. Kismet jî weke birayê xwe piştî çû li malbatê geriya û ji dayîka xwe re got ew ji bo cihadê çû.
Bavê ku du zarokên wî tevî çeteyan bûn Omer Sancar, diyar kir ku dema zarokên wî li Stenbol û Enqere dixebitîn bi hinek derdoran re têkîlî çêkirin û tevlî civînên di bin navê "sohbetê" bûn û piştî vê yekê guherîn. Sancar, anî ziman ku piştî her du bira bi van derdoran re ketin têkiliyê li mala wan aramî nema û her roj ji ber vê yekê nîqaş dikirin. Sancar, da zanîn ku zarokên wî serê sibê ji malê derdiketin û heya derengî şevê venedigeriyan malê û dema vedigeriyan û pirsa li ku ne jê dikir li hemberî wî derdiketin. Sancar, bilêv kir ku ji ber vê yêkê gelek caran serî li polîsan da û polîsan ji wî re got; "Tu nikarî zarokên xwe bigirî em dê çawa bigirin."

Ji Hatayê çû Sûriyê
Sancar, destnîşan kir ku wan agahiya, zarokê wî bi komeke qelebalik re bêyî nasname ji Hatayê derbasî Suriyeyê bû girt û wiha got: "Dewlet çawa li wir komeke ewqas qelebalik nabîne. Em li vir nikarin bênasname biçin tu cihan lê we bi rihetî sînor derbas dibin. Ev veşartî jî naçin kom bi kom diçin. Bi tu awayî nayên astengkirin. Dewlet çawa destûrê dide ku zarokek bêyî nasname sînor derbas bike?" Sancar, diyar kir ku piştî zarokên wî tevlî çeteyên DAIŞ'ê bûn derdorên wî yên nêz bertek nîşanî wî didin tu kes bi wî re naaxive. Sancar, li aliyekî xemgîniya zarokên xwe dijî û li laiyê din ji ber komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê yên zarokên wî tevlî bûn digirî. Sancar, bang li zarokên xwe kir ku ew di "riya şaş" de ne û wiha axivî: "Zarokên min li wir gel dikujîn û dibin qatil. Cihada li wir komkujiye. Ji ber ku zarokên mîn ji di van komkujiyan de cih digirin ez ezaba wijdanê dikêşim." Sancar, da zanîn ku komkujiyên zarokên wî tevlî dibin tu eleqeya wan bi mislimantiyê tuneye û ya dikin komkujiye û banga alîkariyê kir. 

DIHA/AMED