ÎBRAHÎM ÊZÎDÎ / ROJNEWS / ŞENGAL

Welatiyên Êzîdî yên li Şengalê, doh dest bi pîrozbahiyên Cejna Batîzmiyê kirin ya ku dê heta roja yekşemê dewam bike.  Cejna Batîzmiyê ji aliyê hemû Êzîdiyan ve nayê pîrozkirin. Tevahiya Êzîdiyên Torê û li Şengalê jî cejneke taybet a Eşîra Çêlka ye. Cejn ji bo Tawisê Melek be jî, jê re “Cejna Pîrê Arî/Alî” jî tê gotin.

Rê û resmên cejnê

Pîrê Arî wekî temsîla Tawisê Melek tê zanîn ku di Êzdayetiyê de serokê melayîketan e. Lewma Cejna Pîrê Arî (Batîzmî) ji bo 7 melayîketên xwedê, 7 rojan dewam dike. “Roja Paqijiyê (Cilşo)” ye. Roja duşem, sêşem û çarşemê jî rojî tê girtin. Lê roja dawî ya rojiyê ango roja çarşemê rojî heta nîvrojê ye. Piştî nîvro jî pîrozbahiya cejnê destpê dike.

Roja çarşemê piştî nîvrojê “serbir” e, yanî her malbetek sewalekî serjê dike. Di heman demê de her malbatek serbirekî taybet ji bo “Pariyan” serjê dikin. Di seribiran de 7 hestî tên veqedandin û ji van re “Parî” tê gotin.

Li gorî baweriyê dema serbir tê serjêkirin, pêwîste ev 7 hestî neyên şikandin û heta roja Şevberatê (şeva ku tu kes ranazê) tên parastin, jê neyê xwarin.

Paşê nanekî taybet ê bi navê “Sewik” tê çêkirin. Sewik bi hevîrtirşê ji mala Pîrê Çêlkan, tê çêkirin. Her malbatek, diçe mala Pîr û hevîrtirş tîne. Li ser Sewikan 12 nexşên ku temsîla 12 mehên salê tên çêkirin.

Merasîma hefteyekê

Roja pênşemê malbat pêşwaziya mêvanan dikin. Her mêvanek divê ji goşt û Sewikên malê bixwe. Heman rojê piştî nîvrojê jî malbat “Xwera” tînin  malê. Xwera jî kekeke taybet ji bo Cejna Batîzmiyê ye ku malbat û mêvan dema diçin tewafa cihên pîroz bi xwe re dibin. Xwera ji aliyê Micêwir ê ji Eşîra Çêlka ve tê amadekirin û ji ardê ceh, kuncî û hêkên mirîşkan tê çêkirin. Ew tişta herî pîroz a cejnê ye û jê re dibêjin, “Xwerê Pîrê Arî”.

Dema Xwera anîn nava malê, fetîl (find) li ser cihê Xwera tên pêxistin, malbat, her mêvan Xwera ziyaret dike. Herkes xêr, pere datîne ser maseya ziyaretê. Lê pere dayîn ferz nîne. Êvara Înê (şeva pêncşem diqulibe înê), xelk ranaze. Ev “Şevberat” e.

Roja Înê malbat radizin û mêvan naçin malan. Roja Şemiyê dîsa malbat pêşwaziya Mêvanan dikin. Roja dawî ya cejnê yekşem e, di berbanga sibehê de, beriya ku roj hilê, malbat taştêya “Şêşims” amade dikin ji ser û pişên Serbirê û li malên derdora xwe belav dike. Roja Yekşemê piştî taştêya Şêşims hat belavkirin, malbat dezî amade dikin. Dezî ji pembû ye, pirr zirav e. Tayekî deziyê sor û tayekî spî li hev tê hûnandin. Piştî dezî hat belavkirin, cejn nîvrojê bi dawî dibe û xwera tê rakirin.