Meclîs tên avakirin
Erkîş da zanîn ku Êzîdiyên li ser daxwazî û banga dewletê vegeriyan cîh, war û gundê xwe û got bi bedelên mezin kesê gundê wan dagirkiribûn di riya hûquqê de wan ji cîh û war derdixistin. Erkîş, anî ziman ku Êzîdî bi taybetî li herêma Mêrdîn û Nisêbînê rastî êrîşên mezin hatin û ji ber ewlekariya wan tunebû vedigeriyan diyaspora yê û got: “Tevî van astengî û zahmetiya jî, Kurdên Êzîdî xwe amede dikin vegerin welatê xwe û li ser axa bav û kalê xwe jiyana xwe berdewam bikin. Lê mixabin ne di milê hûqûqî, nejî di milê ewlekariyêde, nikarin gund û erdê xwe bi destbixin. Ne jî dikarin li gorî dilê xwe erdê xwe yê mistaqîl bidin bi îcare anjî bi firoşin. Bi taybetî ev helwestên şaş û dervayî huquq li herêma Bişêriyê tên meşandin. Lê çi dibe bila bibe, ev demeke ku li diyaspora Kurdên Êzîdî xwe bi rêxstin dikin ku vegerin, welatê bav û kalê xwe. Meclîsê gunda tên avakirin. Heyet tên şandin. Gundê ku hatine dagirkirin dozên huquqî tên vekirin.”
Zeviyê gund talan dikin
Erkîş bal kişand ser pêvojoya aşîtiyê û wiha axivî: “Di vê pêvajoya ku atmosferek aştiyê li Tirkiyê û Kurdîstanê tê şopandin û afrandin, her çiqas Êzîdî xwe ji berê bêtir bi cesaret û moral dibînin jî lê mixabin êrîşên dagirkirin, astengî û zahmetiyan li ser mal û gundê êzdiyan berdewamin. Wek mînaka 17.03.2013’an de li gundê girêdayî Îdilê Kîwexê parezvanê dewletê êrîşî gund dikin. Hemû darê tama û hemû zeviyê gund talandikin.Tevî kû me dawa huquqî vekiriye jî gundê me Kelhok hêjî dagirkiriye gelek Êzîdî newêrin erdên xwe bi ajon anjî herin gundên xwe. Bila ne tenê bi daxuyanî û peyaman nêzîkî mesela bibin. Girînge ku desthilatdarî van pirsgirêkê dervayî hiquq ku li hemû herêman li hemberî Êzîdiyan tên pêkanîn li ber berçavan bigire û mudaxaleyên cidî were pêkanîn. Pêwîste ewlekariya hemû kêm ol û netewa were parastin.” Erkîş, bang li hemû saziyên Kurdan kir ku wan bi tenê ne hêlin û wiha axivî: “Girînge hemû saziyê humanîter, mafên mirovan, çapemeni û BDP, DTK, HDK û hemû şaredariyên herêmê li hemberî van neheqî, helwestên antî demokratîk, çavsorî, zilm û dagirkirina cîh û warên Êzîdiyan sekna xwe diyar bikin û bikevin nava xebatên pratîk.”
Erkîş da zanîn ku doza gundê wan di 8’ê Gulanê de li Edliya Êlihê tê dîtin û xwest hemû kes, alî û derdorên demokrat û aşîtîxwaz tevlî rûnişta doza wan bibin.
DÎHA/ÊLIH