Hêzên Asayişê yên Şengalê di lêpirsînê de gef li delegeyên ku hatin binçavkirin xwarin û ji delegeyên ku ji bo konferansê hatibûn Şengalê hate xwestin ku di nava 24 saetan de Herêma Federal a Kurdistanê terk bikin. Piştî delegeyên êzîdî serbest hatin berdan, ji aliyê hêzên asayişê ve ji nava Şengalê hatin derxistin. ‘Emê konferansê li Amedê pêk bînin’ Delegeyên êzîdî bertek nîşanî vê helwesta hêzên asayişê dan û diyar kirin ku ger destûr nedin ku ew konferansa xwe li Herêma Federal a Kurdistanê pêk bînin, wê konferansa xwe li Amedê pêk bînin.
Armanc vekirina deriyekî heviyê bû
Endamê Amadekirina Komiteya Konferansa Êzîdiyan Şeyh Sileyman Cafer ê ji êzîdiyên Suriyeyê ji DÎHA yê re axivî. Cafer, diyar kir ku armanca wan êzîdiyên li hemû welatên cîhanê û çar parçeyê Kurdistanê belavbûne bînin cem hev, pirsgirêkên xwe bixavin. Cafer, destnîşan kir ku êzîdî ji dîrokê de rastî zilmê hatine û li her derên ku lê dijîn pirsgirêkan dijîn. Cafer, anî ziman ku xwestin bi ve konferansê yekîtiya êzîdiyan pêk bînin, piştre pirsgirêkên xwe niqaş bikin, çareser bikin û ji êzîdiyan re deriyê heviyê vekin.
‘Min li Suriyeyê ewqas gef nedît’
Cafer, da zanîn ku ev salêke amadekariya konferansa dikin û wiha axivî: „Me plan kiribû ku konferansê piştî Haca Êzîdiyan a di 15’ê cotmehê de pêk bînin. Lê duh dema me xwest em biçin cîhê konferansê me hêzên asayiyê li hemberî xwe dît. Destûr nedana konferansê bi hincet nîşan nadin û em binçavkirin. Dema ez binçav da min li Suriyeyê jî evqas gef ne dît bû. Binçav de hêzên asayiyê bersiva pirsa me ya ji bo çi em binçavkirin? bi gotina ‘Em ji bo ewlehiya we dikin’ dan me. Dîsa fermanderê hêzên asayiyê ji mere got ‘Kesên konferans lidar dixin PKK’î ne, Tirkiyê seh bike dê me bixe zorê. Me ji wan re got ger hinceta we PKK’ê be tu eleqeya me bi partiyan re tuneye. Em konferansa baweriyê lidartexin. Komcivîn dê çawa zirar bide we? Ger sûc bê bila em bizanin. Wan jî got ‘Na ne sûc e em naxwazin serê me bi êşe.’ Li gorî wan komcivîn û yekîtiya êzîdiyan serê wan diêşîne.“
Cafer, da zanîn ku delegeyên ji Ukrayna, Rusya, Ermenîstan, Gurcîstan, Suriye, Tirkiye û ji Ewropayê ji aliyê êzîdiyan ve hatin hilbijartin ji bo tevlî konferanse bibin hatin Şengalê û wiha pêde çû: „Armanca esasî konferansê astengk bikin. Naxwazin dîsa Şengal serbilind û li ser piyên xwe bisekine. Dixwazin êzîdîyan her tim bi xwe ve gerêbidin û bikin mohtacê xwe. Ev konferans ji bo êzîdiyên Iraqê bû hêviyêk mezin û heyecan da. Gelek kes ji bo konferanse hatibûn. Ji aliyê hêzên asayiyê astengkirina konferansê xeyalên şikandin.“
‘Em ji konferansa xwe venagerin’
Cafer, daxuyand ku ew ji çekirina konferansa venagerin, ji Serokê Herêma Federal a Kurdistanê Mesud Barzanî re pirsa „Astengkirina konferanse bi agahiya we pêk hat?“ pirsî. Cafer, bilêv kir ku ev yek bi rizaya Mesud Barzanî pêk hatiye û wiha berdewam kir: „Em dixazin ku Mesût Berzanî der barê vê yekê de daxuyaniyekê bide. Ango bi agahiya wî pêk hatiye? Gek ku ne wisa be bila kesên konferans asteng kiriye ceza bike.“
Cafer, bang li êzîdiyan kir û wiha dawî li gotina xwe anî: „Bila hemû êzidî bibin yek. Çi zehmetî hebe bila hebe emê ji baweriya xwe venegerin. Em yekîtiya xwe ava bikin. Emê li her derê xwe bi hêz bikin.“
ANF/ŞENGAL