
Êzîdiyên li Şengalê ji bo balê bikişînin ser rewaş Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Çiyayê Şengalê dest bi nobetê kirin. Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, ji bo balê bikişînin ser tecrîd û gefên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo 5 rojan dest bi nobetê kirin. Konê nobetê li qempa Serdeşt a Çiyayê Şengalê hat vedan û dê her roj 2 sazî nobetê bigirin. Duh jî nûnerên sazî û dezgehan beşdarî nobetê bûn û tecrîta li ser Ocalan şermezar kirin.
MA/ŞENGAL