
Konferansa Tirkiyan ya ku ji hêla Komîsyona Kêman û Baweriyan ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ve bi şiyara "Bi rêxistinbûnê bi azadiyê ve dimeşin" pêr û doh li Amedê hate lidarxistin. Osman Savgat ê ji Federasyona Êzîdiyan ya Ewropayê, Serokê Destaya Bilind a Bingeya Laleşê Şêx Şemo û Nivîskarê Êzîdî Edo Babeşêx nêrînên xwe yên derbarê Konferansa Êzîdiyan de parve kirin.
Osman Savgat, diyar kir ku ev konferans ji bo wan rojek dîrokî ye û da zanîn ku ji çar parçeyên Kurdistanê, Rûsya, Ewropa û ji cîhanê gelek Êzîdî tevli konferansê bûn. Savgat wiha axivî: “Ji çar aliyê Kurdistan, Rûsya Ewropa û cîhanê gelek mêvanên me ên Êzîdî tevli konferansê dibin ev morelek gelek mezin dide me. Ev ji bom e gelek girîng e, dirokek e. Jixwe cihekî wekî Amedê ku berê gelek êzdî li vir dijîn û niha qasî hejmara tiliyan mane, ev civin tê lidarxistin ev ji bo me hêviyeke. Em hêvî dikin demên pêş aştiyek were vî Welatî û êzdî jî li vî welatî bi azad di nava aştiyê de bijîn.”
Kongre jî bê lidarxistin
Savgat, di berdewamê de destnîşan kir ku hêviya wan ew e, yekitiya Kurdan ava bibe û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Hêviya me ew e ku di demek pêş de di nava Kurdan de yekiteyek çêbibe daku em jî bikaribin wekî Êzîdiyan di nava vê yekitiyê de cihê xwe bigirin. Kurdistan bûye çar parçe, Êzîdî jî wekî Kurdistanê bûne çar parçe. Bi vê konferansê yekitiyek Êzîdiyan çêbibe, em di wê baweriyê de ne ku bibe bingeha yekitiya Kurdan.”
Savgat got ku ew dixwazin piştî vê konferansê kongereyekî jî li dar bixin û wiha domand: “Em dixwazin piştî vê konferansê ber bi kongreyekî ve jî herin. Em her wiha hêvî dikin ku vê kongreyê jî li Amedê li dar bixin.”
'Divê lêkolîn bên kirin'
Savgat, derbarê xebatên Êzîdiyan yên li diyasporayê de jî axivî û got ku ji bo pêşî li asîmilasyonê bigirin ji bo ciwanan xebatan dimeşînin. Savgat wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li diyasporayê dijîn. Li Ewropayê mal û komeleyên me hene. Di van mal û komeleyan de ji bo ciwanên me asîmile nebin, hem jî girêdana wan ya ji welat re winda ne be em kar û xebatên xwe didomînin.”
Serokê Desteya Bilind a Binkeya Laleşê Şêx Şemo jî bal kişand ser êş û cefayên Êzdiyan kişandine û wiha dest pê kir: “Ciwakekî wekî ciwaka Êzîdiyan rastî zulm, zehmetî û jenosidê hatine pêşiyê pêwîsti bi serûberkirinê hene. Divê bên cem hev, wekî vê konferansê şirove û nîqaşan bikin. Dîsa divê di vî warî de gelek lêkolîn bên kirin. Di van lêkolînan de gelek feyde hene. Pêwîste pêşiyê em xwe nasbikin, dûre xwe derdorê re bidin naskirin. Ger em bi xwe bawer bin û li gor wê li her çar parçeyan gavên xwe biavêjin dê gelek baş be.”
Şemo derbirî ku divê hemû Kurd ji bo mala Kurd a netewî kar bikin û ev gotin lê zedê kir: “Divê ji bo mala Kurd em bixebitin. Divê em hemû bibin paleyên mala Kurda ya netewî. Divê rewşenbîr û siyasetmedarên Êzîdî êdî dev ji şikestin û tirsên berê berdin, civaka xwe jî ji vê rizgar bikin. Ew ne mêvanên vê axê ne. Kevnên vê axê Kurdên Êzîdî ne. Di dema Kurdistana dema Mezopotamyayê heta niha ew li ser vê axê dijîn. Baweriya wan ya herî kevn e. Divê em li gorî vê tifaqê di navbera xwe de tifaqê ava bikin. Di vê konaxê de me pêwîstî bi tifaqekî baş heye. Em wisa nekin em dê ji netewên din paşve bimînin.”
Nivîskarê Êzîdî Êdo Babeşêx jî da zanîn ku beriya niha li Bakûrê Kurdistanê gelek Êzîdî dijiyan, lê niha gelek kêm mane û wiha pêde çû: “Lê li gel vê îro Kurdên misilman destê xwe dirêjê me kiriye. Ji bo vê jî ev konferans gelek girîng e. Bila li her derê ku Êzîdî lê dijîn ev konferans bên lidarxistin.” Babeşêx xwest ku mafên Êzîdiyan di makeqanûn Herema Federal a Kurdistanê de jî bi fermiyetê bên nasîn û wiha got: “Divê ev maf bê naskirin. Bila êdî gelê Êzîdî jî vegere ser axa xwe cihê bavû kalên xwe.”
ANF/AMED