Kampa Newroz a li bajarê Rojavayê Kurdistanê Dêrikê, Tîrmeha 2014′an ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hat avakirin. Li kampê 520 malbatên Êzîdî ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ′ê yên li dijî Şengalê reviyan û xwe spartin Rojavayê Kurdistanê, bi cih bûyî ne. 

Her wiha li kampê 300 kon ji bo malbatên ji deverên cûda yên Sûriyê koç kirî jî hene. Desteya Kar û Barên Civakî pêdiviyên wan peyde dike.

Êzîdiyan di warê aborî û çandî de jiyana xwe birêxistin kir, gelek Navendên Çandî û Hunerî, yên Tenduristiyê, Kargeha Dirûnê ya Jinan, Meclîsa Damezrîner a Êzîdî, Mala Gel, Weqfa Jinê ya Perwerdeyê, Meclîsa Jina Êzidî û Navenda Ciwanên Êzidî vekirin.

Bingehê civakê

Piştî ku Êzîdî rastî fermana çeteyên DAIŞ′ê hat, li Şengalê Meclîsa xwe ya Damezrîner ava kir û navedeke xwe li kampa Newrozê vekir. Li aliyekî din jî li kampê 32 komîn hatin avakirin û bi van komînan xizmeta gel tê kirin.

Endamê Meclîsa Damezrîner Qehtan Xelîl bal kişand ser girîngiya xebatên rêxistinkirinê û got: ″Rêxistinkirin, bingehê avakirina civakê ye. Li ser vî esasî gelê Êzîdî li Şengalê û kampa Newrozê bi destekdayîna Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê û Meclîsa Damezrîner a Êzîdî gelek Navend û saziyên xwe ava kirin û ji milên aborî, çandî  û civakî de xwe birêxistin kirin.”

Jin perwerde dibin

Li kampa Newrozê Weqfa Jinê ya perwerdeyê hat vekirin û bi riya wê pirsgirêkên jinên Êzidî têne çareserkirin û jinên ku rastî zilm û zordariya çeteyên DAIŞ′ê hatine, têne destekkirin. Her wiha Meclîsa Jina Êzîdî jî li kampê hat vekirin. Meclîs wê jinan di milên civakî, siyasî û leşkerî de birêxistin bike. Di vê çarçoveyê de bi sedan jinên kampê tevlî nava refên Yekîneyên Jinên Şengalê bûn.

Kargeh û dibistan

Rêveberiya kampê ji bo ku derfetên kar ji Êzidiyên li kampê re peyde bike, bi koordîneya Weqfa Jina Azad a Rojava re, kargeheke dirûnê ya jinan vekir. di kargehê de 5 jin dixebitin û cil û bergan li gorî çanda xwe didirûn.

Di kampê de dibistanên seretayî hatine vekirin. Di dibistanan de, 600 şagirt li ser dersên dîrok, erdnîgarî, dînê Êzîdiyan, bîrkarî û zimanê Ingilîzî perwerdeyê dibînin. Perwerdeyê ciwanên Êzîdî didin.

Gelek ciwan tevlî nava refên Yekîneyên Berxwedana Şengalê bûn û hin ji wan jî di Rêxistinên Alîkariyê yên li kampê de dixebitin.

Êzidiyên li kampê, perwerdeyên bîrdoziyê dibînin. Ev perwerde ji aliyê Meclîsa Damezrîner a Êzîdî ve tên organîzekirin. Her dewreyek 15 rojan dewam dike û tê de dersên li ser dîrok û çanda Êzîdiyan, dîroka Kurdistanê, dîroka jinê, parastina rewa têne dayîn.

Parastina çanda Êzîdiyan

Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle ya bajarê Dêrikê di 20′ê Cotmeha 2014′an de, Navendeke Çand û Hunerê li kampê vekir. Li Navendê zarok li ser hunerên muzîk, stran, dîlan û şanoyê têne perwerdekirin da ku rewşa şer tesîrê li psîkolojiya wan neke.

Her wiha zarok çanda xwe dinasin, pê ve têne girêdan û wê diparêzin. Heta niha komên hunerî yên Kulîlkên Şengalê ya stranan, koma Êzîdxanê ya şano, koma Laleş ya dîlanê û koma Şehîd Bêrîvan a stranan, hatine avakirin. Ev kom di şahiyan û mihrîcanan de hunerên xwe pêşkêş dikin. Her wiha pêşangehên zarokên kampê yên wênexêziyê û hwd, hatine vekirin.






KAWA HEMO / NEJBÎR OSMAN / DÊRIK