Hevseroka Federasyona Êzîdiyên Ewrupayê Dr. Leyla Ferman, Endamên Dîwana Serokatiya KCD’ê Feleknas Uca û Seydî Firat, Êzîdiyên ji Êlih, Wêranşar, Mêrdîn û Amedê hatine beşdarî civînê bûn. Di civînê de Apê Ehmed duaya Êzîdiyan ya “Kimil” xwend. Piştî duayê axaftina vekirinê ji aliyê Feleknas Uca ve hate kirin. Uca anî ziman ku gelê kurd dîroka xwe ji nû ve dinivîsîne. Uca bilêv kir ku êzidiyan heta roja îro bi komkujiya 73’an re rû bi rû mane û li dijî van komkujiyan serê xwe netewandine. Civîn bi axaftina kesên ji bajarên cuda hatine dewam kir.
DIHA/AMED