Wî ji destpêka êrîşên çeteyên DAÎŞ´ê ve ji nêzîk ve hem bûyer şopandin û hem jî hewl da bi têkiliyên yekser ên bi penaberan re çi li çiyayê Şengalî û çi jî li deverên herêma Başûrê Kurdistanê. JI ber vê yekê jî agahiyên dawî yên der barê rewşa penaberan de me jê wergirtin.

Xeyrî Demir got ku wî daye piştrastkirin ku bi helîkopteran alîkarî ji penaberan re hatiye şandin, û ev alîkarî ji xwarin û avê pêk tê, lê belê hin komên penaberan ji tevahiya alîkariyê hîna jî bêpar in. Li gorî agahiyên Demir yekser ji komeke penaberan a ji 350 malbatî ku hejmara wan di navbera 1000-1500´î de ye hîna ti alîkarî negihiêtiye wan. Ji penaberan Emîn Îlyas bi rêya telefonê xwe gihandiye Ezidipress û gotiye, zarok, kal û pîrên wan ji ber nebûna avê hatine ber mirinê. Demir got, Îlyas jî re gotiye, ew li serê çiyê ne û dûrî çavkaniyên avê ne û nikarin xwe berdin geliyan û rastê. Îlyas gotiye, ava bi xwe re birine nemaye û zarokên wan hemû nîv-mirî ne. Piştî vê têkiliya telefonê jî ji ber ku akuya telefona Emîn Îlyas nemaye, niha haya Demir jî jê nîne ka rewşa vê koma penaberên ji Şengalê çi ye. Xeyrî Demir weha peyivî: "herî kêm 300-400 êzdî heta niha li Şengalê hatine qetilkirin. Li gundekî bi tenê 2000 Êzîdî li ser bêbextiya eşîrên ereb ketin destê DAÎŞ´ê, em bi aqûbeta wan nizanin. Me gotereke New York Timesê ya di biware kuştina 100 Êzîdiyî de jî bi penaberên Şengalê da piştrastkirin. Penaberan got, qederê 100 malên Êzîdiyan birin Tel Efer, mêr kuştin û jin jî birin."
Saeta ku hevpeyvîn dihat kirin, Demir got, wî agahî ji penaberên Şengalê dibînin bi rşya telefonê agahî wergirtine . 

NAVENDA NÛÇEYAN