Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî li Ewrûpayê giliyê Wezîra Dadê ya Elmanyayê ya Federal Katarina Barley û Wezîrê Karê Hundir Horst Seehofer kir ji ber ku wan kiriye ku cezakirin bê astengkirin. Li gorî nûçeya kanalên radyo televizyonê yên dewletê WDR û NDR´ê, Êzîdî hikûmeta federal gunehbar dikin bi wê yekê ku li dijî endam û destekkerên DAIŞ´ê yên ku QSD´ê ew girtine, tiştek nekiribin ji bo ku karibin bên dadgehkirin.

Di giliyê xwe de Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî bi bîr dixe ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilat Sûrî gelek caran ji hikûmeta federal xwestiye welatiyên xwe yên DAIŞ´ê ji bo ku dadgeh bike, bibe welatê xwe û tê gotin, lê Hikûmeta Federal xwe nade ber anîna wan û heta vê yekê red dike. Ha ev helwêsta Hikûmeta Federal li gorî saziya Êzîdiyan astengkirina dadgehkirin û cezakirina sûcên giran ên li dijî mirovahiyê û sûcên şer e. Parêzerê dozên sûc û parêzerê Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî Berthold Fresenius ji bo gilî dibêje, „Qebûlnekirina teslîmkirina welatiyên Elman ên ku Rêveberiya Xweser ew girtine, ji bo ku karibin bên dadgehkirin, heger dadgehkirina ji ber doza ceza asteng jî neke, wê gelekî dereng bixe.”

Wezareta Dadê hîna ti daxuyanî nedaye

Berdevkekî Wezareta Dadê ya Federal nexwest daxuyaniyê li ser meseleyê bide û got, hîna gilî nehatiye ber destê wan û ew nikarin ji ber vê yekê ti helwêstê diyar bikin.

Nûçeya WDR û NDR´ê wekî din got, li gorî agahiyên li ber destê wan herî kêm 75 endamên çeteya DAIŞ´ê li hepsên Rêveberiya Xweser girtî ne.

Herçî Wezareta Karê Hundir e jî bersiveke glover û zelûl da pirsên elaqedarî mijarê û got, esas, hemû welatiyên Elman xwediyê wî mafî ne ku vegerin Elmanyayê û li pêşberî hiqûqa Elmanyayê bên dadgehkirin. Lê ji bo Sûrî îtîraza wê ew bû ku ew ti xizmeta konsolosiyê halê hazir li wî welatî nake û hiqûqa Elmanya bi heman rengî nikare delîlan ji bo dozeke ceza li Sûriyê berhev bike.

Ji bo Rêveberiya XWeser jî îtîraza wezaretê hebû: “Hêzên Kurd aktorekî ne dewlet in. Ji ber vê jî doza alîkariya hiqûqî û hevkariya dio dozên ceza de ne mumkin e.”

 

BERLÎN