HENAN SEÎD / SILÊMANÎ / ROJNEWS
Endamên Koma Çiyayê Şengalê ya muzîkê ku tevlî yekemîn Festîvala Muzîkê ya Surne bû, diyar kir ku ji ber ku ew ciwanên Êzîdî bi reng û dengê xwe derketin ser dikê, kêfxweş in û wan da zanîn ku ew weke ciwanên Êzîdî pirr germ û baş hatine pêşwazîkirin.
Endamên Koma Çiyayê Şengalê ya Muzîkê ku 25’ê Cotmehê li bajarê Silêmanî tevlî Yekemîn Festîvala Muzîkê ya Surne bûn, diyar kir ku ew bi reng û dengê Êzîdiyan û bi cil û bergên xwe yên Êzîdxanê li Silêmanî derketine ser dikê û hunerê xwe pêşkêş kirine. Koma Çiyayê Şengalê da zanîn ku ew li festîvalê pirr bi germî hatine pêşwazî kirin.
Silêmanî em bi germî pêşwazîkirin
Endamê Koma Çiyayê Şengalê Hesen Emo ji ber weke koma muzîkê ya Êzîdxanê tevlî Festîvala Muzîkê ya Silêmanî bûne, gelek kêfxweş in û wiha axivî: “Em weke kom amade ne biçin her cihî. Em li Silêmaniyê pir baş hatin pêşwazîkirin. Ji ber vê jî weke ciwanên Êzîdî em gelek kêfxweş in ku tevlî festîvaleke bi vî rengî dibin.
Bi navê çanda Êzîdiyan
Endamekî din yê Koma Çiyayê Şengalê, Îdo Çêlkî jî destnîşan kir ku ew bi navê hunerê Çiyayê Şengalê tevlî Festîvala Surne bûne û axaftina xwe bi van gotinan domand, “Gelek komên Başûrê Kurdistanê beşdarî vê festîvalê bûn. Em jî bi navê çanda Êzîdiyan beşdar bûn û gelek kêfxweş bûn.
Em bi cilên çanda xwe ya Êzdayetiyê derketin ser dikê, ev ji bo me serbilindî û şanazî ye. Em ê weke ciwanên Êzîdî destûrê nedin ku çanda me were jibîrkirin û her timî zindî bihêlin.”