
SALIM ŞENGALÎ / NEDÎMA ŞENGALÎ / ŞENGAL / ROJNEWS
Li bajarokê Sinûnê yê ser bi Şengalê, Meclîsa Sînûnê hat avakirin.
Piştî rizgarkirina Şengalê û gundên derdora wê ji destê çeteyan û vegera gelê Êzîdî li ser axa xwe, sazî tên avakirin û jiyan ji nû ve zindî, dibe. Ji bo Şengaleke xweser di Adara 2017’an de ku gel dixwest li bajarokê Sinûnê meclîsa xwe ava bike, ji ber êrîşên hêzên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yên li ser Xansorê, avakirina meclîsê hatibû taloqkirin.
Pêr bi beşdariya gelek delegeyan, civînek hat lidarxistin û Meclîsa Sinûnê hat avakirin.
44 endamên meclîsê hatin hilbijartin
Civîna avakirina Meclîsa Sinûnê bi beşdariya nêzî sed delegeyî, bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir. Civîn ji aliyê Serokê PADÊ, Qehtan Elî û Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê, Zehra Silêman ve hat birêvebirin.
Piştî axaftin û nirxandinên têkildarî rewşa siyasî ya li herêmê û Kurdistanê, der barê avakirina meclîsê de jî axaftin hatin kirin.
Di civînê de 44 kes wek delegeyên fermî yên Meclîsa Sinûnê hatin hilbijartin. Ji wan 9 kes jin 35 kes jî mêr in. Elda Bekir û Xwedêda Eliyas, wek hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.
Her wiha Silêman Ehmed û Canê Silêman jî bûn alîkarên hevserokên Meclîsê.
Ji bo gel xwe bi rê ve bibe
Li gel vê di meclîsê de 6 komîte hatin avakirin, ku ew jî ev in: Komîteya rêveberî, ciwan, şaredariyê, perwerde, heq û edaletê.
Ev meclîs jî wek her meclîsa li herêma Şengalê hatiye avakirin, di bin banê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê de ye.
Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Elî Hisên avakirina Meclîsa Şengalê li gelê Êzîdî pîroz kir û got: “Me ev meclîs ji bo em karibin gelê xwe ji bin destan derxin û gel xwe bi rê ve bibe me ava kir.”
Heta niha tevî gundan li herêma Şengalê 6 meclîs hatine avakirin.