Rêveberên MEBYA-DER’ê cenazeyê Kubar Hacîzade ya di 24’ê Îlonê de di şerê li Liceyê de jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA´yê diyar bû, 165 roj paşê ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girtin û birin Navçeya Agiriyê Bazîdê.

Endama HPG’ê Kubar Hacîzade (Rojda Cudî), 24’ê Îlona 2019’an li Navçeya Amedê Liceyê di şer de jiyana xwe ji dest dabû. Bavê Hacîzade, Elî Hacîzade ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê Çileyê 2020’an de ji Makuyê hat Amedê û serî li MEBYA-DER’ê dabû û di 29’ê Çileya 2020’an ji bo testa DNA’yê xwîn dabû. Piştî 37 rojan encama xwînê diyar bû. Parêzerê Malbata Kubar Hacîzade 37 roj piştî miracaeta testa DNA´yê û 165 rojan jî piştî Hacîzade şehîd bûyî, doh cenazeyê Kubar ji morga nexweşxaneyê girt. Ji ber ku deriyê sînor ê Îranê ji ber vîrûsa koronayê girtiye, malbat nikare cenaze bibe Makuyê. Malbatê bi wekaleta parêzer cenazeyê Kubar ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl girt. Parêzer û rêveberên MEBYA-DER’ê ji bo ku cenaze defin bikin ber bi Bazîdê ve bi rê ketin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, rêveberên MEBYA-DER’ê dê cenaze li Goristana Navçeya Bazîdê defin bikira.

 

MA/AMED