Şanoya ‘Ezîzê Şingalê’ ku derhêneriya wê doktor Qutbudîn Sadiqî kiriye dê heta Newrozê li Têhrana paytexa Îranê were nîşandan. ‘Ezîzê Şingalê’ vebêjerê derd û kulên Kurdên êzidî yên Şengalê ye ku demeke berî niha li 74’emîn fermana dîrokî rûbirû man û ketin ber xezeb û êrîşa hovane û tozgirtî yen dijminên mirovahiyê yên ku teze ji şikeftan derketine. Şanoya ‘Ezîzê Şingalê’ çîroka zarokekî vedibêje ku piştî pênc rojan li dû êrîşa û komkujiya gelê Şengalê û gund û deverên dorhêla wî ji aliyê çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê, bê nav û nîşan û tî û bêşiyan li ser rêya koçberiyê peyda dibe, li halê ku ji ber tavê rûye wî şewitiye û çavên wî kor bûne. Ew ji aliye hêzên Kurd ve ber bi Rojava ve tê veguhestin lê piştî çend rojan jiyana xwe ji dest dide. Her wiha dîmenên dîlkirina jinan û keçikan û zarokan û firotina wan li bazarên reş ên koletiyê di lîstikê de tê nîşandan. Wêrekî û qehremaniya şêrejinên Kurd li Kobanê ku ax û mal û ramanên xwe, mirovahiyê li hemberî barbartî û dirindetirîn dijminen dîrokê diparêzin jî bi awayekî baş û hunerî tê nîşandayîn.
Şano bêdeng e
Şano bêdeng e, kesek tiştek nabêje lê tenê bi rêya muzîke û awaz û tevgerên lîstikvanan bûyer û serpêhatiya êzidiyan tê vegotin. Ezîzê Şingalê vegotinek ji têkçûn û mirina mirovahiyê li serdema niha ye. Danûstandina jiyan û namûsa mirovan bi neftê, bi berjewendiyên eşîrtî, bi desthilatdariyê tê vegotin. Bûyerên ku dîlkirina keç û jinen Kurd ên Qûçanê ji aliyê Trkmenan û xanên xayîn ên qeceran ve li derodora sed û çend sal berî niha û firotina wan wekî kole li bazarên Xîve û Buxarayê tîne bîra mirov. Wê demê jî ew bûyera ji Misir û Hindistanê heta Ewropa û deverên din deng veda û şanoyên wisa ji bo vegotina wê bûyera tehl li deverên cur bi cur hatin lidarxistin.
Sanoya Ezîzê Şingalê ku bo cara yekem di 28’ê çileya 2015`an de li komavahiya Şanoya Bajar (Têatr Sehr) a Têhranê hat nîşandan, heta nêzikî Newrozê jî dê were nîşandan. Şano di saet 19:30’an li gorî dema Têhranê tê nîşandan. Nivîskar u derhênerê şanoya Ezîzê Şingalê Dr Qutbudîn Sadiqî ye u jî 70 lîstikvan zêdetir têde dilîzin. Qutbudîn Sadiqî dibêje ku wî bi vê şanoyê xwestiye ku berteka xwe ya ji bo derd û kul û derbideriyên êzidiyên Şingalê vebêje û bi vê yekê pesna qehremanî û wêrekiya keç û jinen Kurd en Kobanê bide.
BERAT QEWÎ ENDAM / TEHRAN