
DANA OMER / ROJNEWS / SILÊMANÎ
Rojnameger û Nivîskar Elî Kerîmî diyar kir ku bûyerên li Rojhilatê Kurdistanê rû didin, bûyerên girîng in û got, divê partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê civakê birêxistin bikin. Kerîmî ji PJAK’ê jî xwest ku valahiyên li Rojhilatê Kurdistanê heyî, dagire û got, “Divê PJAK valahiya li Rojhilatê Kurdistanê dagire, ezmûnên li Rojavayê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî pêk bîne.”
Çalakiyên Rojhilat yên ji bo nerazîbûna li dijî kuştina kolberên Rojhilatî her diçe zêde dibin. Pêr bi şev ku Sine jî rabû ser piyan, gelek kes ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin. Rojnameger û nivîskar Elî Kerîmî derbarê vê mijarê de got, “Li Îranê kuştina kolberan ne tiştekî nû ye. Li ser sînor hêzên serbazî yên Komara Sêdarê (rejîma Îranê) bê sedem kolberan gulebaran dikin. Lê diyar e ku kuştina van du kolberan, xelk êşandiye. Hêvîdar im ku hizbên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ji daxwazên gelê Rojhilatê Kurdistanê re bibin bersiv. Eger hemû aliyên siyasî vê derfetê baş binirxînin, wê navê wan derbasî dîrokê bibe. Ji ber vê yekê hêvîdar im ku hemû aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, hevkariyê li gel hev bikin. Dikarin bi awayekî hevpar bernameyekê çêkin û civakê li derdora hindek daxwazên civakî yên nû kom bikin.”
Divê partiyek pêşengiyê bike
Kerîmî di dewama axaftina xwe de rexne li partiyên Rojhilat girtin û got, “Di rastiyê de gelek hêviya min ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê nîne. Lê gelek caran ev bûyerên ku rû didin wer dikin ku aliyên siyasî xwe di ber çavan re derbas bikin û xwe nû bikin. Ji ber vê yekê hêvîdar im ku aliyên Rojhilatê Kurdistanê bi vî awayî tevbigerin. Xwepêşandanên li Bane, Merîwan û Sine tiştekî gelek baş in. Me berê digot, heger guhertin li Tehranê pêk neyê wê tiştek çênebe. Lê îro ji ber vê rewşa îro li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê heye, dibe ku li Rojhilatê Kurdistanê jî tevgerek çêbe û ev jî bigihîje armanca xwe. Rojavayê Kurdistanê beşekî biçûk ê Kurdistanê bû, her navê wan nebû. Lê, niha em dibînin ku guhertinên mezin çêkirine. Gihiştiye asteke wisa ku dibe wek çavdêr jî dibêjin, çareseriya pirsgirêka Kurd ji Rojavayê Kurdistanê dest pê bike. Ji ber vê yekê divê tevgereke wiha li Rojhilatê Kurdistanê jî çêbe. Lê divê weke Rojavayê Kurdistanê partiyek jê re pêşengiyê bike.”
Şoreş bê pêşeng nayê kirin
Kerîmî li ser pirsa ‘gelo xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji bo şoreşê amade ye’ jî wiha axivî: “Xelkê Rojhilatê Kurdistanê her tim li bin zextên herî dijwar yên Komara Îslamî ya Îranê de ye. Her tim ji bo şoreş û serhildanê amade ye. Lê ji ber hinek caran piştgirî nîne, xelk bêdeng e. Dîsan, nebûna partiyeke ku jê re bibe piştgir jî dibe sedem ku ev pêk neyê. Partiya Demokrata Kurdistanê û Komele, ev 26 sal in ku li Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng kirine. Ji ber vê yekê, divê îro bi awayekî lezgîn bixebitin, guhdarî kesên rewşenbîr û kesên bi ezmûn bikin. Divê beşdarî siyaseta gel bibin û dakevin meydanan. Ez naxwazim reşbîn bim, lê şoreş bê partiyeke pêşeng nayê kirin. Îro ez pêşengiyê nabînim. Bi taybet du partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên sereke xwe bêdeng kirine. Dubare ez dibêjim, divê bi lez gel birêxistin bikin, rê nîşanî rêxistinên civakî bidin û ev tevgera heyî, veguhezin bajarên din ên Rojhilatê Kurdistanê jî.”
Divê PJAK valahiya dagire
Rojnameger û nivîskar Elî Kerîmî herî dawî diyar kir ku divê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) valahiya li Rojhilatê Kurdistanê dagire û got, “Hêvîdar im ku PJAK bikare vê valahiyê dagire. PJAK partiyekî nû ye, em nikarin rexne bikin. Lê ev ji bo PJAK’ê ceribandinek e. Hêvîdar im ku PJAK ezmûna li Rojavayê Kurdistanê li Rojhilatê Kurdistanê jî pêk bîne.”