
Li Ewropayê û derveyî welat pêvajoya dengdayina ji bo hilbijartinên 7’ê Hezîran a 2015’an tenê îro sibe dem maye. Ji ber ku cara yekemîn e dengdayina hilbijarên li Ewropa û derveyî welêt dijîn roleke girîng dileyizin Kurd û dostên xwe jî di atmosfera seferberiyê de xebatan didomînin. Saziyên Kurd û demokratîk jî banga bikaranîna derfeta du rojên dawî kirin.
KCD-E, diyar kir ku ji bo serketina HDP’ê heta 31’ê Gulanê rojekê ji karê xwe feragat kirin, wê ezmûna wijdanî ya dîrokî be. Her wiha bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikar bînin û xizmên xwe bibin ser sindoqan.
KCD-E, diyar kir ku ji bo serketina HDP’ê heta 31’ê Gulanê rojekê ji karê xwe feragatkirin, wê ezmûna wijdanî ya dîrokî be. Her wiha bang li hilbijêran hat kirin ku dengên xwe bikarbînin û xizmên xwe bibin ser sindoqan.
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd a Ewropayê (KCD-E), bi munasebeta hilbijartinên giştî yên 7’ê Hezîranê, daxuyaniyek da û bang li hilbijêran hat kirin ku ji bo HDP’ê dengên xwe bikar bînin.
Dema hesabpirsînê ye
Di daxuyaniyê hat diyarkirin ku ji ber gel bi coşek mezin diçe ser sindoqan, di şexsê AKP’ê de partiyên pergalê ketine fikaran û wiha got: “Ev fikara wan jî ber hilweşandina benda ku sembola zîhniyeta wan a faşîzan e. Bikaranîna dengan di 8’ê Gulanê de li Elmanya, Fransa, Swîsre, Awûstûrya, Danîmarka û Belçîkayê destpê kirin, li Îngîlîstan, Hollanda, Îtalya, welatên Îskandînavya û tevahiya Ewropayê wê deng bên bikaranîn. Di serî de gelê me yê li Swîsreyê ku neçarin di demeke kurt de dengan bikar bînin, divê xwe baş amade bikin, li ser sindoqê bersivê bide zîhniyeta ku bi hezaran hilbijêr xistine rojekê.
Di serî de gelê me yê Anatoliya Navîn yên li Swêd, Danîmarka, Fînladiya, Norveç û Hollandayê dijîn, wê li Ewropayê bi hemû hêza xwe biçin ser sindoqan û bi dengên ku didin HDP’ê re wê hesab ji zîhniyeta sûrgunker bipirse.”
Berê her kesî bidin sindoqan
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Di serî de li Stockholm û Danîmarkayê, bi gelê Anatoliya Navîn re divê hemû gelê me, ji bo azadiyê, jiyanê çend saetan bidin sekinandin, ev jî wê bibe nîşaneya îradeya hilbijartina dîrokî. Ji bo serkeftina HDP’ê ya ku bûye hêviya hemû gelên bindest û gelê me yê Rojava jî ji nêz ve dişopîne, divê em heta 31’ê Gulanê ji karê xwe rojekê feragat bikin, ev jî wê bibe ezmûna wijdana dîrokî. Kesên ku dengên xwe bikaranîne, divê yên bikarneanîne bibin ser sindoqan.”
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Haydî Ewropa! Ji bo em zîhniyeta ku digot ‘Kobanê li ber ketinê ye’ bixînin, biçin ser sindoqan, biçin azadiyê.”
ANF/KOLN
Li Kolnê panela piştevaniya HDP'ê
Hevserokê Partiya Yekîtî 90/Keskî Ozdemîr di paneleke li Kolnê de diyar kir ku ew destekê didin HDP’ê û got, “Em dixwazin, her kesên alîgirê demokrasiya pir rengî ya li Tirkiyeyê destekê bidin HDP’ê.” Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Nazmi Gur jî got, “Ya em ê demokrasiyeke pir rengî ava bikin, yan jî em ê di bin rêveberiya Serokkomarekî dibêje yek ziman, yek welat, yek bawerî de bijîn.” Her wiha bang li hilbijêrên li Ewropayê dijîn hat kirin ku di nava sê rojên dawî de biçin ser sindoqan û dengê xwe bikar bînin.
Di panelê de Parlamenterê Parlamenta Federal û Hevserokê Partiya Yekîtî 90/Keskî Cem Ozdemîr, Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP’ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar û Parlamenterê Wanê Nazmî Gur û Hevberdevka Partiya Keskan û Pêşeroja Çep a li Tirkiyeyê Sevîl Tûran weke qiseker amade bûn.
KOLN