Tevgera Çand û Huner bi şahiyekê navenda xwe li navçeya Fafînê bi navê “Şehîd Axîn” vekir.

Tevgera Çand û Huner bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi şahiyekê yekemîn navenda xwe li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê vekir.

Bi sedan şêniyên navçeyê di şahiya vekirina navendê de amade bûn. Navend bi dara sersalê, wêneyên zarokan û yên kesayetên navdar ku jiyana xwe xistine xizmeta huner û çandê hat xemilandin.

Di şahiyê de Koma Zerdeşt a stranan û Koma Berxwedan a Govendê  berhemên xwe pêşkêş kirin. Her wiha koma Şanoyê jî bi navê “mirovahî” lîstikek pêşkêş kir. Şanoyê behsa kiryarên dewleta Tirk a dagirker kir.

 

 ANHA / ŞEHBA