Farjad, li ser geşedarên herêmê diyar kir ku ew şerê ku li ser vê axê diqewime dizane, dişopîne û wiha got: “Gelên ku li ser vê axê dijîn wekî tirk û kurdan mixabin şer dikin. Ev pirsgirêk bi şer çareser nabe. Ev pirsgirêk tenê bi rêya axavtinê dê çareser bibe. Ji ber şer tiştekî ne baş e, bi xwe re gelek xerabiyan jî tîne. Ez li hemberî vî şerî me.”

Farjad, li ser rewşa kurdên Îranê jî nerînên xwe anîn ziman û da zanîn ku li Îranê faşîzm asta herî bilinde û wiha axivî: “Niha mirov li Îranê nikare li ser mijarekê ramanê xwe bîne ziman. Dema mirov diaxive îdam tê rojevê. Hikûmeta Îranê ji bi desthilatdariya xwe dikare her wehşetê pêk bîne. Ji xwe ji bo vê yekê dê gelê tirk û kurd biaxivin. Bi hev re rûnin ser masê û çekên xwe bêdeng bikin.” Farjad, bilêv kir ku li welatekî ku lê rojnamevan bên girtin, rojname bên girtin û komkirin, mijara niqaşê ye. Farjad, li ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî jî rawestiya û anî ziman ku ew baş dizane ku gelê kurd bi vê yekê êşeke mezin dikşîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez Ocalan nas dikim. Li Îranê jî piştî şoreşê serokên muhalîfên siyasî hatin girtin û hê jî di zindanan de ne. Li welatekî demokrasî hebe û bêje ez demokrat im divê kes ji ber siyasetê neyê girtin. Divê siyasetmedar neyên girtin.“ Farjad, li ser girtina Ocalan jî ramanên xwe anîn ziman û wiha dawî li axaftina xwa anî. “Divê hemû girtiyên siyasî serbest bên berdan. Divê Tirkiye pirsgirêkên xwe bi dîyalog û muzakereyê binirxîne.”

DÎHA/AMED