Eger desthilatdariya welatekî tezkereyên derîsînor yên dagirkeriyê ji parlamento derbixe; eger desthilatdariya welatekî muxalefetê bêdeng bike û yek-yekan biparêze; eger desthilatdariya welatekî, konseptên şerê taybet bike pratîkê û li welatên din wek hawariyê demokrasî û mafan derbixe pêş; eger desthilatdarî kanunên taybet yên girtin û cezakirinê derbixe; eger desthilatdarî ol û cemaetan bike amurê siyasetê, li wî welatî faşîzm heye.
Faşîzm aksiyon e (haraket) û her dem bi darbeyên eskerî naye. Parlamenterîzm jî eger hemwelatiyên xwe bi kanunên taybet di yek hawunî de bikûte û bihelîne, komên xelkê bi elektrîka kahrebanî bike nava tevgera metîngeriyê, li wî welatî faşîzm heye.
Li Tirkiyê binêrin; li kiryarên desthilatdariya AKPartî binêrin. Sembol û nîşaniyên me li jor rêz kirina teva, di kiryar û bûyerên li dijî Kurdan pêk tên de hene.
Tirkiyê nebû... Piştî komar hate îlan kirin, Tirkiye hate çêkirin û ji bo dewletê, milletek hate afirandin. 80 sal in ku afirandina ‘millet’ê ji bo dewletê bi dawî nebûye. Lewma AKPartî, di dewsa CHPa salên 1938 û pê de faşîzma hişk û kujerî dide meşandin. Kanunên taybet û dadgehên taybet; îro di heman rengî de li ser kar in û li tevahiya bajarên Kurdistanê û metropolên Tirkiyê, li dijî Kurdan kar dikin. Dozgerên taybet, dadgehên taybet û waliyên taybet...
Faşîzm her dem, bi gavên reformîst dest bi kar dike û pêvajoyên taybet yên li dijî gelan didine dest pê kirin.
AKPartî, bi “vekirinê” pêvajoyek da dest pê kirin. Ev pêvajo destpêka tesfiyekirina Haraketa Azadiya Gelê Kurd bû û di nava demê de, giha asta herî dijwar ya qirkirinên eskerî, siyasî û kulturî. Feylesof, stratejîsyen û nivîskarên li dora AKPartî, mîna aqilmend û stratejîsyenên Hitler û Mussolînî, ahenga çînên yek-deng û yek-rengî empoze dikin. Hinek ji wan jî şerê taybet yên destpêka damezrandina Komarê pêşniyaz dikin.
Ev kesên li dora AKPartî, ji bo xapandina komên xelkê, derewên “reforman” dikin. Wek mînak riyên ji bo operasyonên eskerî têne çêkirin wek xelata AKPartî derdixine pêşiya gelê kurd. Vekirina ku bingeha tefsiyekirinê yem, wek reformê empoze dikin. Lê di rastiya xwe de, AKPartî ne riyên “refahê û xweşiyê” çêdike û ne reformên pêşkeitn û çareseiryê dide destpêkirin. Riyan ji bo tersfiyekirin û qirkirinan; vekirinan jî, ji bo desthilatdariya xwe ya siyasî ku di nava dewletê de û li ser bingeha tunekirina gelê Kurd rûnîne dide destpêkirin.
AKPartî darbeyên sifîl yên faşîzan dike pratîkê. AKPartî çînê navendî temsîl dike û çînê navendî jî, dibin pêşengiya AKPê de, bi riyên cûda (şantaj, lîstik, derew, nîq, derew, kiryarên çepelî û metîngeriyê) desthildariyê dike destên xwe. Bê çawa Mussloînî burjuwaziyekî biçûk e, Tayyip Erdogan jî burjuwaziyekî biçûk e. Erdogan çiqasî li derve bikevê nava hewldanên “futuhatên” mezin jî, nikare. Ji ber ku, piştî du sê gavan derdikevê holê ku hevsarê wî di destê serkêşê hêza global Emerîka de ye. Mînaka Suriye û weto kirina li NY ya Çîn û Rusya nû ye. Piştî ku rayedarên Emerîka eşkere kirin ku, ewê piştî wetoya Rusya û Çînê, dewletên li dijî desthilatdariya Suriye dest bi kiryaran bikin destek bikin, Tayyip Erodgan weke Kewê Ribat derkete holê û xwend. Şerekî bi şêwr e. Baş tê zanîn ku cemaet ne çîn e, lê temsîliyaçînê navendî dinava xwe de diparêze. Ji ber vê jî, Cemaeta Gulen, AKPartî destek dike û bingeha şantaj, lîstik, dek û dolaban amade dike. Mînaka MHPe û CHPe û bandan jî ne kevin e. Cemaeta Gulen û AKPartî, van kiryarên xwe jî bi hêza polîsên weke hêza “gomlekreşên Musollînî” û “SSên Hîtler” dike pratîkê. Siyasetmedarên Kurd ku di encama operasyonên qirkirina siyasî de têne girtin jî; bi saya lîsteyên Cemaeta Gulen dikevine pratîkê. Em hêsanî dikarin bêjin ku, li Kurdistanê ne AKPartî Cemaeta Gulen şerê taybet dide meşandin.
Yanî bingeha faşîzma li Kurdistanê Cemaeta Gulen e.
Bê çawa faşîzma Inonu Komara Tirkiyê afirand, Cemaeta Gulen jî dixwaze Komara Îslamî ya Tirkiyê ava bike. Înonu faşîzma yek partiyê dimeşand; AKPartî jî di wê noktê de tevdigere. Muxalefet, MHP û CHPe bi şantajên kasêtan bêdeng kir, tunekir. Li dora BDPê jî çûn û hatin, lê kasetên şantajê bidestnexistin. Qirkirina siyasî kirin partîkê. Tirkiye jî hînî psîkolojiya “keri”yan bûye; yek padîşah, yek şef, yek lîder...
Gelo dermanê vê nexweşiya mûmarî çiye û Kurd wê çawa dikaribin, li dijî vê faşîzma kujerî berxwe bidin û bela mezin ji ser xwe berteref bikin?
Piştî 40 sal şerê azadiyê; gelê Kurd di aliyê hişemendî û otarşî - di aliyê siyasî de bikêrî xwe hatin - bidestxistiye. Sîstemek derxistiye holê û ev sîstem, di aliyê otarsî - di aliyê aborî de bikêrî xwe hatin- de, xwedî xislet û hêzeke mezin e. Ji ber ku di nava 40 salî de, gelê Kurd xwe ji xweliya xwe afirand û weke “mît”eka Rojhilata Navîn derkete holê. Rûmeta Gelê Kurd, di Serokatiya Haraketa Kurd û di Hêza eskerî ya Haraketa Azadiya Kurd de kom bûye û li dijî kompleksa serdest ya dijminê dagirker serketineke mezin bidestxistiye.
Faşîzm, her dem tirsê diafirîne û bi aksiyonê xwe diparêze. Lewma li hemberî rêxistiniya Kurd, li hemberî hişmendiya Kurd û “mît”a Kurd ketiye nava tirseke mezin. Di dîrokê de tu sîstemên faşîzm û tu hêzên faşîst serneketine û desthilatdariya xwe “abad” nekirine. Teva bi têkçûneke kirêt û şermezarî winda bûne.
Destîniya AKPartî û Erdogan jî, ji ya faşîstên cîhanê û Tirkiyê ne cûda ye.