Darbeya siyasî ya AKP’ê û qeyûmên wê yên dagirker li Kurdistanê di nava sê salan de bûn xwediyên fê´lên xirab ên li dijî mirovan, Kurdan, zimanê Kurdî û çanda Kurdî. Wan navên bi Kurdî rakirin, abîdeyên ku bîra kolektîf a xelkê bûn dan rakirin û şaredarî jî jî deyndar kirin.

Serokkomarê Tirk Tayyip Erdogan ê ku bi siyaseta xwe negihişte armanca xwe, 11´ê Îlona 2016´an darbeyeke siyasî kir û şaredariyên li Kurdistanbê xesp û dagir kirin. Di nava wan de 3 şaredariyên bajarên mezin (Amed, Mardin ve Van), 7 bajarên din û 72 navçe jî hebûn. Qeyûman ev şaredarî hemû dagir kirin.

Piştî vê xesp û dagirkeriyê 93 hevşaredar hatin girtin, bi hezaran karker û xebatkarên şaredariyê ji kar hatin derxistin. Fe´leke din a van qeyûmên dagirker jî guherandina logoyên şaredariyan e. Di hemû logoyan de jî guhertina zêhniyetê xwe dide der. Nuqteyên hevpar rengê turkuaz û alayên Tirkiyeyê ne.  Hesabê medyaya civakî yê bi navê @eflatunfarqini, logoyên van şaredariyan ên berê û yên xespkaran çêkirî dan ber hev. Ya derdikeve holê ew e ku dagirkeran xwestiye bi rengê turkuaz û alaya Tirkiyeyê, dagirkeriya xwe di çavên mirovan de bibin.

Turkuaz, hîlal û stêrk

  • Logoya bi motîfên deverê hat guherti û li şûna wê bi rengê turkuaz logoyeke bi hîlal û stêrkê hat çêkirin.
  • Şaredariya Farqînê jî logoya şaredariyê bi yeke turkuaz guherî.
  • Şaredariya Agiriyê jî di logoya xespkaran de rengê turkuaz tercîh kiriye.
  • Qeyûmê Erdîşê pêşî logoyek dizî, pişre jî li şûna wê logoyeke turkuaz û ala Tirkiyeyê danî.
  • Li Êlihê jî logoya bajêr bi yeke xet û turkuaz hat guhertin.
  • Li şaredariya Licê, dagirkeran logoyeke bi bi ala Tirkiyeyê tercîh kiriye.
  • Şaredariya Çildêranê jî bi qeyûm xwe turkuaz kir.
  • Şaredariya Îpekyoluyê jî xwedî logoyeke bi nîşanên dîrokî bû, lê qeyûmê dagirker li şûna wê yeke besît danî.
  • Dagirkerên şaredariya Şaxê jî xwe ji rengê turkuaz dûr nehiştin di logoya dagirkeriya xwe de.
 

NAVENDA NÛÇEYAN