
Di dîroka cîhanê hemûyî de, desthilatdaran ji bo dengên dijberên xwe bibirin, wan bê vîn û lal bihêlin, zindan ji bo bêdengkirina mirovan bi kar anîne. Girtiyên polîtîk ên ku wek fikir û raman dijberiya desthilatdariyekê dikin, hewl dane li zindanan jî dengên xwe bi civakê bigihînin, ramanên xwe vebêjin, gotina xwe bikin û bi vî hawî li hember zilm û neheqiya desthilatdaran rawestin.
Bi taybet di sî-çil salên dawî de, li Bakurê Kurdistanê bi geşkirina tekoşîna azadiyê re bi deh hezaran kes hatin girtin. Rayedarên dewletê bi tevahiya hêz û qanûnên xwe hewl didin têkiliya girtiyan bi derve re bibirin û wan di nava çar dîwaran de bêdeng bihêlin. Girtiyên siyasî yên Kurd di zindanan de li hember dagirkeriyê bi laş û giyan li ber xwe didin, mîrateke têkoşînê ya bêhempa diafirînin û li dîroka Kurdistanê bi tîpên zêrîn dinivîsînin. Ne tenê bi laş û giyan, girtiyên Kurd bi peyv û gotina xwe jî li ber xwe didin û bi gelek awayan dengê xwe bi civakê digihînin. Metodeke berxwedanê ya girtiyan jî ev e: Peyv e, vegotin e ango wêje ye. Tîp û peyva Kurdî ku bi milyonan kes pê dipeyivî li “derve” qedexe bû, girtiyên Kurd zimanê qedexe ji xwe re kirin al û li wan kelehên zilmê daçikandin. Zimanê xwe yê Kurdî ku dengbêjan bi wan ve gihandibû peyv bi peyv ji nav dîwarên asê bi çivîkan re firandin. Girtiyên Kurd ku ji çav, dest û pê dibin, li zindanan peyv bi wan ve digihe. Peyv, ango gotin dibe hewar û dengê wan li erd û ezman olan dide.
Girtiyên salên 90´î xwe li pênûsan tûj kir
Dikarim bibêjim di zindanan de çandeke nivîsandinê ya xurt hate afirandin. Di salên 1990´î de bi hezaran jin û mêrên Kurd hatin girtin. Girtiyên beriya niha ji ber gelek sedeman derfet nedîtibûn ewqasî bixwînin û binivîsînin. Hetta bi sedan kesan derfet nedîtibû biçin dibistanan û nexwende bûn. Girityên salên 1990´î zend û benden xwe çikandin û xwe li pirtûk, lênûsk û pênûsan tûj kirin. Hema bibêjin, li hemî girtîgehan kovarên siyasî û wêjeyî hatin weşandin. Nivîsên van kovaran, girtiyên jin û mêr bi xwe dinivîsandin. Bi qasî dizanim, hinek ji hejmarên van kovaran karîbûn bigihin derve jî. Hejmarek gelek ji girtiyên Kurd di nav bîst salên dawî de bi helbest, çîrokên xwe tevî pêşbirkên li derve dibin. Gelek ji van berheman ji hêla endamên jûriyan ve pirr baş hatin nirxandin û xelat wergirtin.
Girtiyên ku peyva wan a Kurdî jî qedexe ye li ser pelgên cixaran helbest, çîrok, bibîranîn, fabil, gotar û nivîsên xwe yên îdeolojîk digihînin kovar û rojnameyên derve. Bi dehan pirtûkên teorîk yên li ser pirsgirêkên civakî, yên li ser mijara jinan, yên siyasî û îdeolojîk, yên helbestan, çîrok û roman hatine nivîsîn û ev ji aliyê weşanxaneyan ve hatine belavkirin. Dixwazim navên çend nivîskarên ku li zindanê helbest, çîrok û roman bi Kurdî nivîsîne û berhemên wan ên hatine weşandin li vir binivîsînim: Mizgîn Ronak, Menaf Osman, Mahmut Yamalak, Laleş Wezrînî û Riza Kazici (ji ber nexweşiyê li zindanê şehîd bû). Helbet gelek berhemên ku bi Tirkî jî hatine nivîsîn hene û hejmara wan ji ya Kurdî zêdetir e. Lê ez ramanên xwe li ser wêjeya Kurdî vedibêjim. Çima hejmara berhemên li zindanê bi Tirkî hatine nivîsîn zêdetir in? Bi ya min ev mijareke din ya nivîsê ye û wê çaxê em ê bi çavekî rexnegirî nêzî vê yekê bibin. Ji ber ku jiyana me ya wê demê ya rojane bi pirranî bi Tirkî bû û vê yekê bandor li ser nivîsên me û xwevegotina me jî dikir. Lê niha ez nizanim jiyana rojane ya li girtîgehan bi çi zimanî ye û çawa bandorê li ser nivîsan dike. Min hay jê heye gelek berhemên bi Kurdî hatine nivîsîn li ser pelgên cigaran, di hucreyan de veşartî ne, li bendî roja xwe ne ku keysa xwe lê bînin, xwe bigihînin weşanxaneyan û azad bibin. Berhemên ku girtiyan ji zimanên din wergerandine Kurdî û ji Kurdî wergerandine bo zimanên din jî hene lê gelek astengî hene ku ev berhem bigihin ber destê weşangeran.
Jinê li zindanan vegotina edebî nas kir
Bi ya min rewşa herî balkêş a jinên Kurd e ku ketin zindanan. Ya wan jinên Kurd ên ji derveyî xwendekarên zaningehan bi pirranî ne nasê hûnerê vegotina nivîskî bûn. Ew wext û derfeta wan çênebûbû ku rahêjin pênûsê û ramanên xwe bi awayekî sistematîk binivîsin. Jinan bi awayekî bi rêk û pêk dest bi nivîsê kir. Baş tê bîra min demekê li zindana ku ez lê bûm, me bernameyeke xwe hebû, her mehê me hemî jinan diviya gotareke siyasî, yan çîrokek, yan fabilek, yan jî berhemeke pexşanê binivîsanda. Her çendî ev bername ji bo gelekan zehmet jî bû di demên pêşî de, lê hemî jinan xwe li nivîsê diceriband û bi hûnerê nivîsê re dibûn nas. Gelek jinan li zindanan dest bi fêrbûna xwendin û nivîsandinê kir. Bi tama xwevegotinê dihisiyan û ev keşfeke mezin bû ji bo me gelek jinan.
Nivîsandin û vegotin li zindanan berxwedan e
Jiyana girtîgehê disiplîneke xwe heye ku girtî vê ji xwe re dikin armanc ji bo “nerizin” û “zindî” bimînin divê afirînêr bin. Vê ramana wan û plankirina jiyana rojane derfet da ku girtî bi awayekî bi rêk û pêk bixwînin, li ser mijarên xwendine, guftugoyê bikin û helbet binivîsin. Girtiyên ku ji azadiya laş mehrûm in, hewl didin ku di hiş, giyan û hestên xwe de azad bin û loma jî zorê didin nivîsandinê. Çeka wan a herî xurt ew e ku gotina xwe vebêjin, xeyalên xwe yên siberojê, hêviyên xwe yên bêdawî bi peyvên qedexe bixemilînin û ber bi “derve” bi firê bixin. Girtiyên azadiyê bi peyvê bi gotinê careke din wateyê didin jiyana xwe ya zindanê, nivîsîn ji bo wan dibe awayekî berxwedanê. Tevî hemû şertên nexweş ku ew bi tevahiya hebûna xwe hatine hepiskirin napejirînin, gotina xwe vedibêjin û bi vî hawî serî hildidin. Girtî bi nivîsa hest, ramanên xwe yên nivîskî li hember desthilatdarên ku dixwazin wan bêdeng bikin, serî hildidin. Loma her nivîsa li zindanê hat nivîsîn dijberî, serîhildan û berxwedanek e li hember sîstema desthilatdaran.
Wêje di hemî çaxan de wekî hêzeke mezin hatiye nirxandin, wêjeyê kariye civakan bigûherîne û bandoreke mezin li ser jiyana mirovan bike. Wêjeya li zindanan jî xwediyê qudreteke mezin e, ji ber xeyalên girtiyan bi bask dike, darên hêviyên wan av dide, evîna wan a eşq û azadiyê li parzûnê dike û hêza berxwedana wan zêde dike. Wêje mijûliyeke wisa ye ku girtiyan ji nav çar dîwaran rizgar dike, hiş û hestan zindî dihêle û wan gotin bi gotin li pey azadiyê dibezîne û girtiyan bi jiyanê ve bêtir girê dide. Kesayetiya girtiyan bi wêjeyê xurttir dibe, ew ji bo siberojeke azad û ronahî bêhtir li ber xwe didin. Ji lewma, wêje li zindanan jî desthilatdaran çavtirsandî dike.
Heta niha dibe ku girtiyên Kurd berhemên ku deng bi civaka Kurdistanê û hemî cîhanê biêxin neafirandine, lê bêdengî şikenandine û dengên wan dîwar û têlên rêsayî derbas kirine. Hêviya min ew e ku nivîskarên zindanan dê berhemên layiqî bejna berxwedana xwe biafirînin û doza me ya mafdar, rûkê zilmê yê qirêj bi peyva Kurdî bi cîhanê bigihînin.