Tîmê FC Amed Berlîn ku li Berlînê di lîga Kreisliga A Staffel 4 cih digire, ji serê sezonê ve di maşekê de jî bi bin neketiye. Tenê di maçekê de bi tîmê hember re wekhev man û 52 puanan lîder e. Herî dawî li mala xwe bi tîmê KICKERS 1900 re lîst û hema bêje gol barandin. Li hemberî golekê deh gol avêtin qela hemberî xwe. Tevî ku tîmê hember şoven tevgeriya jî FC Amed dev ji camêriyê berneda û bi maqûlî lîstika xwe dewam kir. Lê hê ji lîstikê re 25 deqe mabûn tîmê hemberî wan dev ji lîstikê berda. FC Amed wê maça xwe ya bê jî li deplasmanê li Berolinayê bilîze.

 

 POLÎTÎKAZAD/BERLÎN