Tîmê Kurd ê fûtbolê FC Bingöl 12 ku li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di koma Bezirksliga-Süd de dilîze, di maça pêşî ya sezona duyemîn de tîmê TSV Bucholz 08 6-0 têk bir û bi vî awayî li ser rêya şampiyoniyê qonaxeke girîng li dawiyê hişt. FC Bingöl 12 bi vê serketina xwe, ferqa navbera xwe û hevrikê xwe Teuotonia 05 bi 9 puanan mezin kir. Di dema maçê de bi qasî 200 temaşekeran jî piştgiriya wê kir. Golên maçê Emre, Osman, Mazlûm, Behram Ezîzpûr û Serhat avêtin. Rêveberiya Klûbê malavahiya her kesî kir ku ew tenê nehiştine.
HAMBURG