
Bi merasîmeke leşkerî ve Akademiya Şehîd Tirêj bi navê Şehîd Bîstûn dewreyeke din a Hêzên Taybet a Êzîdxanê (HTE)ku 2 mehan dewam kir û perwerdeyên îdeolojîk, leşkerî hatin dayîn, bi dawî kir. Piştre jî Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mazlûm Şengalî dewreya duwemîn a HTE li şervanan pîroz kir û wiha got: “Beriya 2 salan ji ber parastin û hêza gelê me yê Êzidî nebû, fermanek bi ser me de hat. Lê îro em bûne xwedî hêz û îradeyeke ku bikaribin gund û herêmên xwe yên Şengal ji êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û dijmin biparêzin û rizgar bikin.”
Şengalî diyar kir ku îro ew hêzên profesyonel ji bo parastina civaka Êzidî perwerde dikin û wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk çavê xwe berdaye axa me ya Êzîdxanê. Şervanên me yên Hêzên Taybet a Êzîdxanê ji bo xwe li dijî êrîşên derve bikin mertal û civaka Êzîdî biparêze xwe perwerde dikin. Çawa Êzîdî di dîroka xwe de bi egîdî tên nasîn wê careke din dîrokê binivîsin.”
Şervanên Hêzên Taybet ên Êzîdxanê sond xwarin û bawernameyên xwe girtin. Piştre, koroya strana, şano û govend hatin pêşkêşkirin.
ŞENGAL