DEMHAT DÊRIKÎ


Kelegerma havînê bû. Ji hilma tava sincirî, xwêdan ji can diherikî, te digot qey barana zivîstanê ye dibare. Lê ew çiyayê ku ji dengê pezkûviyan, teyrên azad, çûkên cûr bi cûr deng vedida vê kêliyê bêdeng bû û bostek jî ji berfa her sal çiya spî dikir û heta havînê dima, nema bû. Ji nişkave, dengekî ew bêdengî li bin guhê hev xist:

“Çawa roj biçe ava û bibe tarî, divê em bi rê kevin. di van deman de dijmin weke gurê har bûye ji encama çalakiyên hevala ku ziyaneke mezin gihandine artêşa leşkerên Tirk. Lê em neçarin xwe bigihînin dema civînê.”

Roj hêdî hêdî diçû ava, lê heyv û stêrkên li ezman çavê xwe vedikirin li pêşiya tarîbûna dihat dixwestin weke împeretoriyeke bi hêz û pir hijmar rawestin. Hilma germê jî te digot qey misqalek jê kêm nebûye, ew çend xwêdan ji canên koma hevalan dibarand...Dîsa wî dengî got: “Piştî vê meşa dirêj, va em gihan vî gundê metirsîdar, eger em ji vî gundî bê ziyan biborin, em bi serketin.

Bêrîvanê li nav çavên fermandar Xebat meyze kir, beşişî û got: “Rast e hevalê Xebat, li derdora vî gundî piraniya caran tîmên taybet kemînan vedidin. Berî demekê du heval li vî gundî şehîd ketin. Wa hevalê Zinar û hevalê ‘D’ li pêş dimeşin, ez ê ji wan re bêjim.

Hêj Bêrîvan diaxivî, dengê çekan ew li erdê dirêj kirin. Piştî deh xulekan Zinar û ‘D’ ji nav toz û bêhna barûdê xwe gihandin Xebat û Bêrîvan. Fermandar Xebat bi çend gotinan rê guhart û bilez ji wî cihî dûrketin. Piştî çend demjmêran, ‘D’ nema karîbû bimeşe, rûnişt. Xebat nêzîkî wî bû, got: “Çi bû heval?” ‘D’ bersivand: “Heval, lingê min yê rastê tevizî, tevger jê çênabe.”

Bêrîvanê, bilez pêlav ji lingê wî kir, çi bibîne, gore û ling di nava xwînê de mane. Di nava çend xulekan de pehniya wî şûşt, derman kir, girêda. Zinar çek û çente yên ‘D’ hilgirtin. Her çend ‘D’ nedixwest jî Bêrîvanê qebûl nekir û israr kir ku ne Xebat, ew ‘D’ li pişta xwe hilgire. Bêrîvan a bejn bilind û kezî dirêj sê demjmêran ‘D’ hilgirt, lê heta gihaştin bine cihê xwe, ‘D’ ji şerma sor bûbû, ji xwêdanê bûbû av.