
Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif bi mebesta nîqaşkirina encam û naveroka civîna duyemîn a Meclîsê li Til Koçerê bi şêniyên herêmê re civiya.
Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi armanca şîrovekirina guhertinên ku di hevpeymana civakî ya Sîstema Federal de pêk hatin, ji şêniyên bajaroka Til Koçer re civînek li dar xist. Di civînê de Hediye Yûsif, endamên Saziyan û bi dehan şêniyên herêmê amade bûn.
Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hediye Yûsif biryar û Encamên civîna duyemîn a Meclîsa Damezrîner de hatibûn lidarxistin, bi awayekî berfireh şîrove kir. Yûsif destnîşan kir ku bi armanca çareserkirina aloziya Sûriyê projeya Ferederaliyê hat pêşniyarkirin.
Hediye her wiha anî ziman ku sedemên têkçûna civînên navneteweyî yên ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dihatin lidarxistin, nebeşdarbûna hêzên demokratîk ên ku şoreşa Sûriyê temsîl dikin bû.
Hediye Yûsif bi bîr xist ku di civîna duyemîn a Meclîsê de, pêşketinên dawî yên di warê siyasî de hatin nirxandin, reşnîvîsa hevpeymana civakî û bendên wê hatin şîrovekirin û li gorî nirxandin û pêşniyaran, di hevpeymanê de guhertin pêk hatin. Her wiha belgeya siyasî ku nêrînên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê hemêz dike, hate derxistin.
Projeya herî guncav
Yûsif axaftina xwe wiha domand: ″Wê Sûriyê dewleteke qewmewî, bi yek reng û yek dirûşme nemîne. Wê hemû pêkhateyên Sûriyê bi awayekî demokratîk bijîn. Li ser vî esasî me projeyê Federasyonê çareseriya herî guncaw dît. Bi vê yekê sîstema netewdewletê ji holê radibe û li şûna wê sîstemeke nû ku hemû pêkhateyan hembêz dike, ava dibe. Wek gelê Bakurê Sûriyê em di wê baweriyê de ne ku dê alozî bi dawî bibe û Sûriyeke nû bê avakirin.″
Derbarê guhertina navê Sîstema Federaliya Demokratî, Hediye Yûsif ev yek anî ziman: ″Guhertinên ku di hevpeymanê de pêk hatin, çavkaniya xwe ji netewa demokratîk a ku azadî û demokrasiya hemû gelan misoger, digire. Her wiha dê rê li pêşiya planên komplogeran bigire û yekîtiya axa Sûriyê biparêze.″
Beşdarên civînê jî nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku gelên Bakurê Sûriêyê di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi aramî dijîn û anîne ziman ku Federalî jî bedewama vê sîstemê ye û dê herêmên Bakurê Sûriyê ji planên hêzên derve biparêze.
GIRKÊ LEGÊ