Meclîsa Sûriya Demorkatîk (MSD) bi armanca nirxandina geşedanên dawî civînek ji rûspiyên êlên Ereb ên herêma Til Berek re lidar xist. Civîn li dibistanek Til Berek bi bedarbûna hejmarek rûspiyên herêmê hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgiritinê destpê kir. Paşê Hevseroka MSDʹê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser geşedanên dawî yên li herêmê têne jiyankirin û wiha pê de çû: ʺŞerê li Sûriyê hate jiyankirin û kûr bû ji ber destwerdana hêzên herêmî û navdewletî pêk hatiye. Her aliyek dixwaze li gorî berjewendiyên xwe beşekî ji Sûriyê veqetîne. Şerê li Helebê ku îro tê jiyankirin, parçeyekî wê siyasetê ye.ʺ

Çareserî sîstema federalî ye

Îlham Ehmed da zanîn ku ji ber wê destwerdanê şoreşa gelê Sûriyê ji xeta xwe derket û di heman demê de hin welatên cîran di serî de Tirkiyê ferset dît ku beşek ji xaka Sûriyê dagir bike û wiha dom kir: ʺEm dibînin li Cerablusa bakurê Sûriyê dewleta Tirk çawa dagirkeriya xwe feriz kiriye. Gelê Sûriyê tenê buhayê destewerdana wan datînin. Ji ber vê yekê pêwîste em hemû bizanin ku çareserkirina aloziyê tenê di destê gelê me de ye. Di riya xwendina me ji rewşa Sûriyê re diyar bû ku sîstema fedraliya demorkatîk riya herî guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê ye.ʺ

Îlham Ehmed sîstema Fedral ji rûspiyan re pênase kir û got ku sîstema fedral dê mafê hemû pêkhateyan biparêze û dê yekîtiya xaka Sûriyê biparêze û wiha dom kir: ʺRêjîm û hin derdorên xwe wekî opozisyonê nîşan didin, dixwazin di nava gelê herêmê de tevliheviyê derbixin û ji ber vê yekê piroje fedraliyê qebûl nakin. Em amade ne sîstema fedral bi hemû aliyan re nîqaş bikin. Bi rêjîmê re jî em dikarin sîstemê nîqaş bikin. Armanca karê me ew e ku em biratiya gelan û jiyana hevbeş pêş bixin û aramiyê li Rojava-bakurê Sûriyê pêk bînin.ʺ

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe got ku pêwîste hemû pêkheteyên Rojava sîstema Fedraliya demorkatîk baş nas bikin û guh li îdayên reşkirinê yên ne rast ku ji hin derdoran derdikevin nekin.

Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hate dayîn. 


HESEKÊ