‘Ev sîstem li gelek welatan heye’

Hac Xelef destnîşan kir ku di vê dema ku aloziya Sûriyê her ku diçe kurtir dibe ku li holê ti projeyên çareseriyê xuya nakin, pêşkêşkirina projeya Federaliya Demokratîk kilîta çareseriya aloziyê ye û weha domand: “Ji vê projeyê re ku ji aliyê pêkhateyên Rojava û Bakurê Sûriyê ve hatiye pêşkêşkirin û li ser hatiye lihevkirin, diyar dibe ku ev proje hêviya tevahiya gelên Sûriyê ye û dikare ne tenê li Rojava û Bakurê Sûriyê, ew dikare li tevahiya Sûriyê pêk were.”

Derbarê kesên dijberê vê sîstemê de jî Hac Xelef got: “Ev kesên ku dijberiya vê sîstemê dikin,  xema wan ne Sûriye û ne jî gelê Sûriyê ye. Ew tenê nûnertiya berjewendiyên aliyên derve dikin. Gelek welatên dinayê vê sîstemê pêk tînin û herêmên xwe birêve dibin. Ez baş dizanim ku kesên dijberiya vê sîstemê dikin, xalên  vê sîstemê baş nexwendine. Eger xwendibin û hîn jî li ser helwesta xwe bi israr in, wê demê ew dijberiya gelên Sûriyê dikin.”

Hac Xelef di axaftina xwe de bal kişand ser êrişên komên çete yên li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê û got: “Îtîlaf û ENKS êrişî sivîlên Şêxmeqûd dikin û komkujiyan pêk tînin. Ew dixwazin bi van êrîşan îradeya gel bişkînin û projeya avakirina Sûriya azad û demokratîk têk bibin. Ev êrîş ji aliyê hikûmeta Tirk ve tên pilankirin. Lê belê hevgirtin û têkoşîna gelan a ji bo azadiya xwe, dê hemû komplo û pilanan pûç bike.”

Hac Xeled di dawiyê de jî destnîşan kir ku ew ji vê bêdengiya navnetewî ya li hember van êrişên ku li Bakurê Kurdistanê û Şêxmeqsûd pêk tên, matmayî ye û weha domand: “Ev helwêsta aliyên navneteweyî ya li hember van êrişan diyar dike ku ew van êrişan qebûl dikin û tiştê ku diqewime erê dikin. Ev yek jî wan dike şirîkê sûc. Em bang li civaka navneteweyî dikin ku dawiyê li bêdengiya xwe bîne û pêşiyê li van êrişan û kiryarên AKP’ê bigire.” 


 HESEKE